Peykerê jina êzidî Cîlan Berces hat çêkirin

  • 15:18 5 Kanûn 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji jinên ciwan ên Êzidî yên di pêvajoya fermanê de ketin destê çeteyên DAIŞ’ê û li rizgarbûnê digeriyan yek jê jî Cîlan Berces a ku ji bo ji wan rizgar bibe demarên destên xwe birîn û ji ber zêde xwîn jê çû jiyana xwe ji dest daye ye. Civaka Êzidî ku ev helwesta Cîlanê pîroz dît ji bo wê bi bîr bîne peykerê wê li Til Izêrê dan. 
 
 Di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin, hemû şêniyên herêmê dan ber xwe û komkujiyên mezin li ser wan kirin û bedenên bêcan di gorên komî de veşartin. bi hezaran jin di bin çerşefên reş de dest zincîrkirî li bazarên koleyan firotin. Li gorî nûçeya di Ajansa NûJINHA'yê de hat weşandin ji van jinan yek jê jî  Cîlan Berces e. Dema ku DAIŞ dixwaze Cîlana dîlgirtî bibin ji emîrekê re Cîlan firsendekê dibîne û berî bikeve destê êrîşkarê tecawiz dike demarên destê xwe dibire û ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest dide. Cîlan a ku ev helwesta wê pîroz hat dîtin,  Li navçeya Til Izêr a Şengalê ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Eşîra Korkorka ve peykerê Cîlan Berces hat çêkirin û duh êvarî bi merasîmekê hate danîn. Di merasîmê de Rêveberiya Xweser a Şengalê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), gelek oldar û mezinên civakê û gelê Şengalê amadebûn. 
 
'Ji malbata min 33 kes qetil kirin'
 
Di merasîmê de ji aliyê gelek sazî û dezgehan ve axaftin hatin kirin. Dayka Cîlanê ya ku ji mabata wê ya mezin û biçuk tev de 33 kes bi destê çeteyên DAIŞ’ê hatin qetil kirin jî di merasîmê de axivî.  Dayê Şemê Dêro di despêka gotinên xwe de xêrhatina tevahî kesên amade kir û got ku Cîlan ne tenê keça wê ye ew keça tevahî Êzidxanê ye û wiha axivî: “Di fermanê de pênc kur û du keçên min qetil kirin. Yek ji wan jî Cîlana min a li hemberî zilma wan cesaret nişanda û navê xwe di dîroka me de nivîsande ye. Piştî mermanê gelek malbatan navê zarokên xwe yên keç kirin Cîlan. Ez tevahî ciwanên êzidî weke keç û kurên xwe dibinim. Raste ji malbata min 33 ferd bi destê çeteyên DAIŞ’ê hatin qetil kirin.”
 
"Helwesta Cîlanê ji bo me keçên Êzidîxanê mînak e"
 
Samya Qasim ya ji Gundê Dugurê jî got: “Ji ber fermana bi serê me êzidîyan hatî em tev dil giranin. Helwesta Cîlanê ji bo me serbilindiyeke ku kirinên çeteyên hov nepejirand û bi birîna damarên destê xwe serî li bermberî wan hilda. Ji bo me Civaka Êzidî sekna Cîlan û bi sedan jinên weke wê seknek pîroze û em keçên êzidî ji bo we vîn bawerî û çelengiya wê ji xwe  re minak digirin. Di nava dîroka jina êzidî de hertim jinên qehreman hebûne, îro jî jinên êzidî artêşa xwe ava kirine û ji bo civaka xwe erka xwe bi cih tînin.”