Li Herêma Federe ya Kurdistanê xwendekar li qadan e
- 13:46 5 Kanûn 2021
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Xwendevanên zanîngeh û peymangehê yên başûrê Kurdistanê ku di hefte ne ji bo mafên xwe li qadan e diyar dikin ku heta mafên xwe bigirin ew êtêkoşîna wan bidome.
Nerazîbûna xwendevanên zanîngeh û peymangehê yên Herêma Federe ya Kurdistan yên li dijî nedana xerca mehane dewam dikin. Îro jî bi vekirina deriyên zanîngehê re, xwendevan li zanîngehên Koye, Helebce, Ranye, Qeladizê, Silêmanî û Germiyanê hatin gel hev û çalakî li dar xistin.
Xwendevanên daketin qadan doza mafên xwe kirin û gotin ku wê çalakiya wan heta daxwazên wan bên bicihanîn bidomin.