'Nobeta Edaletê' di roja 272'emîn de berdewam dike

  • 13:43 5 Kanûn 2021
  • Rojane
 
RIHA - Malbata Şenyaşar, di roja 272'yemîn a Nobeta xwe ya Edaletê de ev peyam parve kir: "Hikûmetên ku bingeha wan ne edalet e, hildiweşin."    
 
'Nobeta Edaletê' ya ku Emîne û Ferît Şenyaşar di 9'ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabûn destpekirin di roja 272'emîn de berdewam dike. Ji ber ku dawiya heftê ye Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar, li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê ya Rihayê nobeta xwe didomînin. Malbatê, li ser hesabên xwe yen medya sanal ev parvekirin kir: "Hikûmetên ku bingeha wam ne edalet be hildiweşi. Heke rêveberiyeke ku zaliman diparêze hebe bila hilweşe! Heke hilneweşe tarûmar bibe."