Jin bi destkeftiyên xwe li ser piyan e

  • 09:09 5 Kanûn 2021
  • Rojane
 
Derya Ren
 
AMED - Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa, Raîfa Alkiş da zanîn ku jinan mafê bijartin û hilbijartinê di encama têkoşîna dane de bidest xistine û got: “Jinan ew maf bi têkoşîn û bedelek mezin bidest xistin. Jin bi destkeftiyên xwe li ser piyan e.”
 
Li Tirkiyeyê jinan di 5’ê Kanûna 1930’î de di encama têkoşîna bi salan de mafê hilbijartinê bi dest xistin. Heman salê û piştî vê jin tevlî hilbijartinên şaredarî, keya, meclîsên gundan û hilbijartinên parlamenteriyê bûn. Di 8’ê Sibata 1935’an de di hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê de 17 parlamenterên jin ketin meclîsê.  Di hilbijartinên navberê de ev hejmar derket 18'an.
Jinan di salên pîştî vê de jî tevî ku gelek caran xwestin di rêveberiyan de cih bigirin, namzetiya wan  bi dengên parlamenterên mêr hat redkirin. Jinan di salên piştî vê de di hilbijartinên herêmî û giştî de aktîftir cih girtin û di roja îro de jî ji bo destkeftiyên xwe têdikoşin.
 
 Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosayê, Raîfa Alkiş der barê mafê hilbijartina ku 91 sal berê hat bidestxistin de axivî.
 
‘Mafê hilbijartinê destkeftiya jinan e’
 
Raîfayê da zanîn ku li Tirkiyeyê jinan her tim pirsgirêkên mezin jiyane û bi zayenda civakê re rolê diyarkirî li jinan hatine ferzkirin û wiha pê de çû: “Jinan seranserê dîrokê li diji polîtîkayên dijminê jinê berxwe dan. Mafê hilbijartinê mêran nedaye jinan. Jinan bi têkoşîna ku meşandin bidet xistin. Li her derê cîhanê jin berxwe didin. Bi vê berxwedane rê li Tirkiyeyê mafê hilbijartinê hatiye bidestxistin. Yanî kesî jin xelat nekirine, ev maf nehatiye xelatkirin. Ev destkeftiya jinan bixwe ye.”
 
‘Bi jinên kurd re hejmara jinên parlamentoyê zêde bû’
 
Raîfeyê der bare dîroka mafê dayîna hilbijartinê ya ji bo jinan a li Tirkiyeyê de axivî û got jin ji sedî 51’ê nifûsa Tirkiyeyê ne lê wek welatî nedihatin qebûlkirin û wih agot: “Li Tirkiyeyê piştî maf dan jinan 18 jin ketin meclîsê. Piştî jinên kurd ketin parlamentoyê hejmara parlamenterên jin zêde bû. Niha bi giştî 101 parlamenterên jin li meclîsê hene. Ev rewş di encama destkeftiyên jinan de derket holê. Lê ev hejmar kêm e. di yekîneyên revêberiyan de jin bi kotayek cidî re tên rû hev. Di parlamentoyê de kêmbûna jinan li welat dibe sedema pirsgirêkên cidî.”
 
‘Me mafê xwe bi dest xist’
 
Raîfeyê daxuyakirin ku jinên di têkoşînê de û jinên hatine hilbijartin hedef tên girtin û ev tişt anî ziman: “Mînak Ayşe Gokkan yek ji jinên kurd a pêşeng e. Lê ji bo pêşî li têkoşîna wê bigirin 30 sal ceza danê. Li aliyê din Leyla Guven parlamentereke ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin. Lê ev jinên kurd ji ber têkoşîna xwe hatin girtin. Pergala hevserokatiyê her tim ji aliyê jinan ve hedef tê girtin. Mêr jinan tenê wek alava welidînê dibînin. Hikûmet û mêr dixwazin li gorî xwe profîla jinan xêz bikin. lê jin ne bi tiştên ew didin, bi destkeftiyên xwe li ser piyan e.”