ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2021'Ê

  • 09:00 5 Kanûn 2021
  • Rojev
 
*Çalakiya li Deriyê Sêmalkayê ya ji bo wergirtina cenazayên gerîlayên li Xelîfanê di kemîna PDK'ê de jiyana xwe ji dest dan di roja 62'yan de didome. Li gel çalakiya ku dewam dike Dayikên Şehîdan ên li Kantona Şehbayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang kirin ku cenazeyên şervanan radestî malbatên wan bên kirin. Dayikan helwest û daxwazên xwe anîn ziman û gotin: "Em piştgiriya dayikên şervanan dikin. Êşa me hemiyan yek e." DÎMEN HEYE
 
* Dayika Aştiyê Emîne Erbek ku heman rojê du caran bi ser mala wê de hat girtin û  piştre hat binçavkirin, diyar kir ku hewl tê dayin ku wê bitirsînin lê çi jî bê kirin ew dest ji têkoşîna xwe bernade. DÎMEN HEYE
 
*Li gorî bîlançoya şîdetê ya meha Mijarê 33 jin hatine qetilkirin, 25 jinan jî bi guman jiyana xwe ji dset dane. Jin dema dixwazin dest ji mêran berdin tên qetilkirin. Her wiha bajarê ku herî zêde jin lê tê qetilkirin Stenbol e.
 
*Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa, Raîfa Alkiş da zanîn ku jinan mafê bijartin û hilbijartinê di encama têkoşîna dane de bidest xistine û got: “Jinan ew maf bi têkoşîn û bedelek mezin bidest xistin. Jin bi destkeftiyên xwe li ser piyan e.” DÎMEN HEYE
 
*Parêzer Nuran Arslaner got 5’emîn pakêta darazê ya tê îdiakirin fêdeya zarokan li ber çavan digire, ji ber bingeha wê tune YE di pêkanînê de wê meh derbas bin û got: “Ji sibehê heta êvarê guherîna qanûnê ne normal e.  Her carê derxistina pakêtên nû yên darazê jî ne normal e.” DÎMEN HEYE
 
*Doç Dr. Denîz Erdogdu, diyar kir ku hewayeke ku wekê vîrus qedyaye tê afirandin û got tedbîr qelsin û hejmara aşîbûnê jî qels maye. DÎMEN HEYE