Dayikên Şemiyê li aqubeta Îbrahim Demir û Egît Akîpa pirsîn

  • 15:01 4 Kanûn 2021
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê di 871'emîn hefteya çalakiya xwe de li aqubeta Îbrahim Demir û Agit Akipa pirsîn û banga çareserkirineke adîlane ya dosyayê kirin. 
 
Dayikên Şemiyê ango Mirovên Şemiyê di hefteya 871’emîn de jî li aqûbeta windayan pirsîn û xwestin kujer werin darizandin. Meydana Galatasarayê li dayikan hatiye qedexekirin û ji ber vê yekê û hem jî ji ber Kovîd-19’ê li ser enternetê çalakiya xwe li dar dixin. Vê hefteyê li aqûbeta Îbrahîm Demîr (36) û Egît Akîpa (39) yên di sala 1991’an de li navçeya Hezexa Şirnexê di binçavan de hatin kuştin pirsîn û xwestin kujerên wan werin darizandin. 
 
Keça Akîpa, Sûzan Akîpa diyar kir ku bi salan e daxwaza Dayikên Şemiyê neguheriye û wiha got: “Her ku diçe têkoşîna me mezin dibe. Her çiqas 30 sal di ser kuştina bavê min re derbas bûbe jî lê êşa me hêj taze ye. Hêj kujer nayên darizandin. Em dev ji darizandina kujeran berdin nehatine tespîtkirin jî.  Lêpirsînek bi bandor nehate kirin. Rayedarên wê heyamê nehatin darizandin. Doz bi demboriyê re rûbirû hat hiştin. Kujer bêceza hatin hiştin. Dixwazin Dixwazin bi demobriya dozê re kujeran û berpirsiyaran biparêzin û rizgar bikin û ser dozê bigirin.” 
 
Daxwaza edaletê hat kirin
 
Kurê Egît Akîpa, Fehmî Akîpa jî diyar kir ku di doza ku 30 sal in berdewam dike de edalet pêk nayê û got: “Em li pey edaletê ne, em ê lêgerîna xwe ya edaletê ku kiryar derkevin holê bidomînin. Tiştek heye ku her kes dizane ku qatilê her kesê ku di wê demê de hatî qetilkirin eşkere bû. Li Tirkiyeya ku edaleta wê tune ye em ê li pey edaletê bin. Em ê tu carî ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. Hêviya me tenê ew e ku rojekê edalet li Tirkiyê bicih were.” 
 
‘Zarok û neviyên me jî dê li pey vê dozê bin’ 
 
Kurê Îbrahîm Demîr ê di binçavan de hat qetilkirin Metîn Demîr diyar kir ku 871 hefte ye li qadan diqîrin û got: “Em ê li pey doza xwe bin. Her çiqas heta vê demê me ji dozê encam negirtibe jî em dev ji doza xwe bernadin. 30 sal in em dozê dişopînin. Lê 3 hezar sal jî em ê vê dozê bişopînin. Zarok û neviyên me jî dê li pey vê dozê bin."
 
Daxuyaniya vê hefteyê ji Mirovên Şemiyê Fatma Aslan a ku ku birayê wê di sala 1994’an de li Amedê hat windakirin û piştî 10 salan cenazeyê wî hat dîtin, metna daxuyaniyê xwend û bal kişand ser kuştina Îbrahim Demir û Egît Akipa.