Evîn Îrfan a ducanî li ser sînorê Polonya-Belarûsê jiyana xwe ji dest da

  • 13:52 4 Kanûn 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser sînroê Polonya-Belarusê jina ducanî Evîn Îrfan û pitika wê jiyana xwe ji dest dan.
 
Zêdetirî 20 rojin koçberek Kurd a xelkê Zaxo, di nexweşxaneyek Polonyayê de dihat dermankirin. Koçbera Kurd ji ber sermayê nexweş ketibû, îro jiyana xwe ji dest da.
 
Bi hezaran koçber hîn jî ji bo biçin welatên Ewropayê li ser sînorê Polonya-Belarûsê asê mane. Bi hatina zivistanê re roj bi roj xeteriyek mezin li ser jiyana wan çêdibe.
 
Koçbera kurd a xelkê Zaxoyê Evîn Îrfan dayîka 5 zarokan e. Evînê jî ji bo biçe welatên Ewropayê li ser sînorê Polonya-Belarûsê asê mabû. Evînê ducanî bû, ji ber serma zêde nexweş ket û beriya 20 rojan wê rakiribûn nexweşxwaneyê. Ji ber serma zêde zaroka Evînê mirî ji dayik bûbû.
 
Evînê li nexweşxaneyê dihat dermankirin, lê ji ber rewşa wê ya giran, îro jiyana xwe ji dest da. Malbat li benda wergirtina cenazeyê Evînê ye.
 
Hêjayî gotinê ye Evîn İrfan beriya çend mehan bi hevser û zarokên xwe re ji Zaxoyê berê xwe da bûn welatên Ewropayê. Lê li ser sînorê Polonya-Belarûsê asê mabûn.