Gel ji Silopiyê bang li CPT'yê kir: Peywira xwe bi cih bîne

  • 13:00 4 Kanûn 2021
  • Rojane
ŞIRNEX - Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê, derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtîgehan de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de cezayê ku li Abdullah Ocalan hatiye birîn hat şermezarkirin û bang li CPT'yê hat kirin ku peywira xwe bi cih bîne.
 
Rêxistiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtîgehan li ber avahiya HDP’ê ya navçeya Silopiyê daxuyanî da. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê, endam û rêvebirên HDP’ê yên navend û navçeyan û gelek kes tevlî daxuyaniyê bû. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Sabûha Akdag ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de pankarta “Tecrît sûcê mirovohiyê ye, bila tecrîd bi dawî bibe” hat daliqandin.
 
‘Tecrît îro li her qada jiyanê belav bûye’
 
Sabûhayê, anî ziman ku mînaka tecrîd û îşkenceya Îmraliyê di dîrok û di roja îro de jî tuneye û wiha got: “Tecrît îro li her qada jiyanê belav bûye. Dixwazin partiya me li derveyî siyasetê bigirin û tasfiye bikin û ev hemû jî berdewamiya polîtîqaya tecrîdê ye. Tecrît ne bi tenê bi Îmraliyê û bi kurdan re sînorkirî ye. Polîtîqaya tecrîdê li Tirkiyeyê bû sedem ku binpêkirina mafan berfirehtir bû. Ji ber vê yekê jî şikandina tecrîdê mifteya çareserkirina pirsgirêka Tirkiyeyê ye. Li dijî tecrîdê berxwedana ku tê meşandin, xwedîderketina demokrasî, maf û azadiyê, azadiya jinê û destkeftiyan e.”
 
‘Îktîdar pêşketina demokrasiyê ji xwe re wek tehdît dibîne’
 
Sabûhayê, di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Tirkiye li gor peymanên navneteweyî û li gor qanûnên xwe sûcan dike û ji vê bi israr e û wiha pê de çû: “Birêz Ocalan ku ji bo azadiyê ava bike têkoşîn ji xwe re kiriye mîsyon, li Îmraliyê di bin tecrîdê de ye. Ji bo ku ev tecrît bi dawî bibe divê mûhalîfên demokratîk xwe rêxistin bikin û tecrîdê bi dawî bikin. Li dijî pirsgirêkên civakî her çiqas em li berxwe bidin dê ew qas qada me berfirehtir bibe. Ji aliyekî dinê ve jî şikandina tecrîdê dê me xurtir bike û ji bo qadên cuda xebatên çareseriyê em ê bikaribin bimeşînin. Ji Birêz Ocalan re di vê dawiyê de 6 mehan qedexeya parêzeran û 3 mehan jî qedexeya hevdîtina malbatê hatiye dayîn. Ev jî nîşaneya polîtîqayên zordestiyê ye. Îktîdara AKP-MHP’ê pêşketina demokrasiyê ji xwe re wek tehdît dibîne. Ji ber vê yekê jî polîtîqayên ku bi rê ve dibin aramiya welat xirab dike û ber bi xirabiyê ve dibe.”
 
Bang li CPT'yê re hat kirin
 
Sabûhayê, di dawiya axaftina xwe de wiha got:“Li Îmraliyê di dema hevdîtinên ku dihatin kirin de hawirgehek azad pêk hat. Banga me ji hemû kesên xwedî wîcdanan, sazî û dezgehan ew e ku ji bo aştiyek civakî werin li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin. Her wiha banga me ji CPT'yê re ew e ku li dijî tecrîda girankirî bikevin nav hewldanan û peywira xwe bi cih bînin.”
 
Daxuyanû bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Zindanan” û “Bijî Serok Apo” ve bi dawî bû.