'Nobeta Edaletê' di roja 271'ê de ye

  • 12:13 4 Kanûn 2021
  • Rojane
RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ev 271 roj in "Nobeta Edaletê" ya li ber Edliyeya Rihayê didomînin. Emîne û Ferît banga piştigiriya 'Nobeta Edaletê' kirin. 
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Emîne û Ferît Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 270'ê de didome. Malbata Şenyaşar îro jî ji navçeya Pirsûsê ji ber dawiya hefteyê ye nobeta xwe domandin. 
 
'Bi hêza îktidarê terorê pêk tînin'
 
Malbatê ji ser hesabê medyaya dijîtal wiha got:"Bi hêza îktidarê terorê pêk tînin. Ji aliyê parlamenterên xwe ve direvin derveyî welat. Edliye û dozger jî ji me direvin."