Salîha Aydenîz: Hemû cîhan dizane ku Îmralî veguheriye cihê îşkenceyê

  • 11:35 4 Kanûn 2021
  • Rojane
Derya Ren
 
AMED - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, bal kişand ser biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û got: "CPT, Konseya Ewropayê û hemû cîhan dizane ku Îmralî veguheriye cihê îşkenceyê. "
 
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê di 22'yê mijdarê de bi daxwaza "hevdîtina lezgîn" serî li Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê dan. Xwestin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re hevditin pêk bînin û derbarê rewşa wan de agahî bigirin. Parêzeran di serlêdana xwe de bal kişandin ku ev 8 meh in agahî ji Abdullah Ocalan û 3 muwekîlên xwe nagirin.  
 
Dadgeriyê, serlêdana parêzeran red kir û weke hincet jî cezayê ku di 12'yê cotmehê de ji bo 6 mehan li Abdullah Ocalan hatiye birîn nîşan da. Dadgeriyê, ji bo serlêdana hevdîtinê ya malbatê jî qedexeya hevdîtinê ya di 18'ê tebaxê de ya ji bo 3 mehan hincet nîşan da. 
 
Her wiha Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE) ku ji çavdêrîkirina biryar û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) berpirsyar e û her ji sê mehan carekê dicive, di navbera 30'ê mijdar û 2'yê kanûnê de li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê civiya. Komîteyê piştî civîna 3 rojan li ser serlêdana Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên bi navê Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan de jî sekini û nirxand. Komîteyê derbarê biryara ‘Ocalan-2’ û derbarê kesên di heman rewşê de girtî ne de, agahî xwest. Her wiha komîteyê bang li rayedarên li Tirkiyeyê kir ku herî dereng heta dawiya îlona 2022'an li ser pêşketinên di pêkanîna tedbîrên giştî de agahiyan bidin.   
  
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz derbarê cezayên ku li Abdullah Ocalan hatî birîn û biryara KW KE ji ajansa me re nirxand. 
 
'Êdî şopa hiqûqê nemaye' 
 
Salîha, destnîşan kir ku Buroya Hiqûqê ya Asrinê di pêvajoyên dawî de her roj serlêdanan dike û got: "Buroya Hiqûqê ya Asrinê û malbatên girtiyan ji bo  hevdîtin pêk bê serî li rayedaran didin, lê serlêdan bêbersiv dimînin. Herî dawiyê hat hînbûn ku 6 meh ceza li parêzeran û 3 meh ceza jî li malbatan hatiye birîn û hevdîtin hatiye qedexekirin. Li gorî agahiyên parêzeran di 12’yê cotmehê de qedexeya hevdinê hatiye dayîn. Di 18’ê tebaxê de qedexeya malbatê dest pê kiriye, çend cezayê hevdîtinê ya bi malbatê re bi dawî bûye jî niha jî destûr nayê dayîn ku malbat biçin hevdîtinê. Ev tişt nîşan dide ku tu şopa hiqûqê êdî nemaye."
 
'Pergal di tecrîdê de bi israr e'
 
Salîha, da zanîn ku demên borî jî bi hincetên cuda hevdîtin hatin astengkirin û wiha axivî: "Birêz Abdullah Ocalan di salên 2013-2015'an de nîşan da ku bi rêya diyalog û muzakereyan dê siyaseteke demokratîk bê pêşxistin. Lê belê li Tirkiyeyê polîtîkayên înkar û îmhayê ya li hemberî kurdan sed sal in didome û tecrîd jî berdewamiya vê yekê ye. Pergala ku di tecrîdê de israr e dixwaze dengê Birêz Abdullah Ocalan qut bike. Her wiha cezayên disîplînê di hiqûqê de nîne. Di sala 2018-2019'an de bi pêşengiya Hevseroka Kongereya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven grevên birçîbûnê hat destpêkirin û bi hezaran kes tevlî grevên birçîbûnê bûn. Piştî girevên birçîbûnê bi dawî bû gotin êdî hevdîtin nayê astengkirin. Lê em dibînin ku heta îro tecrîdeke mutlaq bêtir tê meşandin."
 
'CPT di raporên xwe de îşkenceya heyî aşkera kiribû'
 
Salîha di axaftina xwe de bal kişand ser helwesta Komîteya Pêşîlêgirtin û Şopandina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi sala ne li Girtîgeha Îmraliyê îşkenceyek heye û CPT, Konseya Ewropayê û raya giştî ya cîhanê ji vê îşkenceyê agahdar in. Ji ber ku bi dehan caran CPT'ê li Îmraliyê rapor girt û hîn raporên xwe jî ji raya giştî re aşkera kirin. Di raporên ku hatî aşkerakirin de jî hat diyar kirin ku 'Li Îmraliyê îşkence heye û ev îşkence li dijî peymanên navneteweyî ne. Girtiyên li Îmraliyê nikarin ji tu mafên bingehîn sûdê bigirin û divê Yekitiya Ewropayê (NY) vê mijarê bigire rojeva xwe'. Pevajoyeke 23 salan heye û di şexsê Birêz Abdullah Ocalan de li hemberî gel îşkenceyek tê meşandin. Îşkenceyên ku di Darbeya 12'ê Îlonê de li Zindanên Amedê pêk hatî niha jî li vir tê meşandin.  KW KE, mijara Îmraliyê dereng girt rojeva xwe. Biryara ku duh hatî dayîn nîşaneya dereng mayînê ye. Lê belê divê KE, biryara ku dayî pratîze bike. Ji ber ku demên borî derbarê rewşê de ji saziyên sivîl nêrîn girtibû û raporek jî amade kiribûn. Berpirsiyariya KW KE û CPT'ê heye."
 
'Demokratîkbûn dê azadiya Kurdistanê pêk bîne'
 
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha, da zanîn ku îqtîdar xwe li ser "Rejîma yek kesî" diafirîne û wiha bi lêv kir: "Rejîma yek kesî Girtîgeha Îmraliyê wek laboratuvarek dibîne. Lê heke deriyê li Îmraliyê vebe û Birêz Abdullah Ocalan ji bo jin û civakê dê perspektîfên berfireh ên demokratîkbûnê pêş bixe. Vê tiştî me di salên 2013-2015'an de dît. Li dijî pergala heyî, Birêz Abdullah Ocalan çareseriya demokratîk pêşkeşî gel dike û ev tişt jî dê bibe demokratîkbûna Tirkiye, Rojhilata Navîn û her wiha bi xwe re jî hêviyên azadiya Kurdistanê tîne."
 
'Bersiva gel a li hemberî tecrîdê diyar e'
 
Salîha Aydenîz, wiha bal kişand ser bersiva gel a li hemberî tecrîdê: "Bersiva gel zelal e û jixwe di Newroz û 8'ê Adara 2021'an de ev tişt diyar bû. Girseya ku daket qadan xwestin tecrîd bi dawî bibe. Nêzî 2 sal in em jî li Kurdistan û Tirkiyeyê hevdîtin bi gel re pêk tînin û di hevdîtinan de mijara me ya sereke jî tecrîd e. Her kes dizane ku di bingeha hemû pirsgirêk, şer, şîdet û kuştinan de tecrîd heye. Ji ber vê jî divê rojeva me yekem jî şikandina tecrîdê ye. Heke li Tirkiyeyê demokrasî pêş bikeve dê deriyên Îmraliyê jî vebin. Gelê Kurd bi taybetî 40 sal in lê bi giştî 100 sal in ji bo azadiyê têdikoşin û gelek bedelên giran jî dan. Bi saya bedelan pêşketin pêk hatin. Niha hem di siyaseta Tirkiyeyê û hem jî di siyaseta Rojhilata Navîn de Gelê Kurd aktorên sereke ne. Gelê Kurd êdî dema dadikevin qadan daxwazên xwe yên şênber tînin ziman." 
 
'Têkoşîn me dê bi ser keve'
 
Salîha, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Lê divê ligel her cureyên şîdet, kuştin û zextan em yekitiya xwe avabikin û bi hev re têbikoşîn. Em ê cudakariyên xwe wek dewlemendiyek bigirin dest û pê re jî têkoşîna xwe mezin bikin. Heke em li ber xwe nedin dê faşîzm bi ser keve. Em dizanin her tim mafdarî bi ser dikeve û dê têkoşîna me ya mafdar bi ser keve."