Bi hinceta 'govend gerandinê' ceza li 51 girtiyan birîn

  • 09:59 4 Kanûn 2021
  • Rojane
ENQERE - Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê der barê 51 girtiyên jin de bi hineceta govend gerandinê, stranên bi kurdî gotine û dirûşm berz kirine lêpirsîn hat destpêkirin.  
 
Li girtîgehan her ku diçe zext û zordariya li hemberî girtiya zêde dibe. Yek ji wan girtîgehan Girtîgeha Jinan a Sîncanê ye. Her carê bi pêkutiyekî girtîgeh tê rojevê. Der barê 51 girtiyên jin de bi hinceta stranên bi kurdî gotine, govend gerandine û dirûşm berz kirine lêpîrsin hat destpêkirin. 
 
Rayedarên girtîgehê, aktîvîteyên civakî wek "tevgereke rêxistinî" nirxand û gardiyanên ku bûn şahîd jî di îfadeyên xwe de gotin "Tiştek bi dengî û kurdî xwendin, lê em nizanin çi xwendine". Girtiyên jin li dijî cezayên disîplînê derketin û serî li Dadgeha Înfazê dan. Dadgeriya Înfaza 2'yemîn a Enqerê jî derbarê serlêdana girtiyan de xwest îfade bigire û doz vekir. Girtî xwestin îfada xwe bi kurdî bidin. Dadgerî jî mesrefa tercumaniyê xwest ji girtiyan bigire. Girtî jî li dijî vê yekê derketin û gotin parastina bi kurdî mafek e. 
 
Girtiyan da zanîn ku heke ev ceza neyê xirakirin dê serî li Dadgeha Cezayê Giran bidin. 
 
Navê 51 girtiyên ku ceza girtine wiha ye; "Alev Yarar, Ayşe Topçu, Fatma Aslan, Leyla Uyanik, Mahîde Şahîn, Mehtap Kiyar, Newroz Muçel, Nîlufer Şahîn, Sariye Taîkesen, Sîmanûr Pamuk, Zerrîn Yilmaz, Zeynep Sipcîk, Arjîn Yuksekbag, Ayla Akat Ata, Dîlan Aslan, Ayşe Yagci, Berîn Sari, Bermal Bîrtek, Bîrcan Yorulmaz, Demet Resuloglu, Dîlan Oynaş, Dîlber Tanrikulu, Dîlek Hatîpoglu, Dîlek Yagli, Elîf Çetînbaş, Gulşan Adet, Hanim Yildirim, Hîcran Bînîcî, Jiyan Ateş, Melîke Kaya, Melîke Goksu, Meryem Adibellî, Mukaddes Kubîlay, Mukaddes Kabak, Necla Yildiz, Nedîme Yaklav, Nuriye Adet, Pervîn Oduncu, Pinar Tîkît, Rihan Kavak Ozbek, Rojdan Erez, Rozerîn Kurt, Saadet Akin, Sabîte Ekinci, Sedef Demir, Selver Îspîr, Şermîn Demîrdag, Ozlem Demîr, Suheyla Taş, Zeynep Bîngol û Servîn Karakoç."