Xizma girtiyan û nivîskar Herdem: Em li mala xwe jî di bin tecrîdê de ne

  • 09:10 4 Kanûn 2021
  • Rojane
AMED - Xizma girtiyan û nivîskar Herdem Merwanî a piştî çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojî beşdarî "Nobeta Edaletê" ya xizmên girtiyan bû banga têkoşînê kir û wiha got:"Em li mala xwe jî di bin tecrîdê de ne."
 
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê girtin û hemû girtiyan didome. Bi tecrîdê girêdayî li girtîgehên Bakur û Tirkiyeyê binpêkirina mafan zêde dibin. Girtiyên nexweş nayên tedawîkirin. Bi raporên ATK'ê tehliye tên astengkirin. Girtiyên cezayên wan hindik mane înfazên wan tên şewitandin û tehliyeya wan tê taloqkirin. 
 
Li dijî binpêkirina mafan û bêhiqûqiyê xizmên girtiyan di 16'ê Mijdarê de dest bi "Nobeta Edaletê" kirin. Her roj malbatên nû yên xizmên girtiyan beşdarî nobeta ku ev 19 roj in didome dibin. 
 
Nivîskar Herdem Merwanî ji bo daxwaza berdana bavê xwe Abdulhalim Kirtay (73) ê ev 29 sal in di girtîgehê de ye û ji bo balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweş di 28'ê Mijdarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Herdemê di 30'yê Mijdarê de tevlî çalakiya nobetê bû û dawî li greva xwe anî. 
 
Di 30'yê Mijdarê de grev bi dawî kir
 
Herdemê da zanîn ku bavê wê Abdulhalim bi binpêkirina mafên giran rû bi rû maye û wiha got:"Serlêdanên me yên ji bo girtiyan dema bêencam dimîne dest û lingên me tên girêdan. Em jî wekî malbat têra xwe nikarin xwedî li girtiyan derkevin. Ji bo ez balê bikşînim ser rewşa girtiyên nexweş min 3 rojan çalakiya greva birçîbûnê pêk anî. Piştî di 30'yê Mijdarê de ez beşdarî çalakiya xizmên girtiyan bûm min çalakiya xwe bi dawî kir. Ez ê jî wekî hemû malbatên girtiyan hem ji bo bavê xwe hem jî ji bo hemû girtiyan li hêviya 'edaletê' bim. "
 
'Bi zaneyî girtiyan dikujin'
 
Herdemê bi lêv kir ku binpêkirina mafên mezin li dijî girtiyan pêk tê û wiha pê de çû:"Divê hemû alî li dijî binpêkirina mafan û neheqiyan dengê xwe bilind bikin. Loma divê hemû malbatên girtiyan beşdarî çalakiya nobetê bibin. Dixwazin kurdan tune bikin bikujin lê belê ev ewqas ne hêsan e. Girtiyên di girtîgehan de dimirin bila kesek nebêjin ew bi xwe mirine. Ew bi zaneyî tên kuştin. Bangin Muhammed li girtîgehê jiyana xwe ji dest da lê belê em bi rojan şûnde hîn bûn. Em ê destûrê nedin van polîtîkayan."
 
'Divê kurd bibin yek'
 
Herdemê da zanîn ku polîtîkayên tecrîdê yên li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din her diçe kûrtir dibin û wiha bi dawî kir:"Tecrîd bandora xwe li ser hemû civakê dike. Em li mala xwe jî di bin tecrîdê de ne. Li dijî van polîtîkayana ji xeynî têkoşînê tu rê tune ye. Divê kurd bibin yek. Dewlet li dijî girtiyan sûc dike. Bi têkoşîna me hinek pêşketin çêbûn. Lê belê ev têrê nakin. Kîja gel be bila be divê li dijî vê zilmê bê deng nemîne. Divê gelê kurd bibe yek û bibe dengê girtiyan. Kesek nikare mafê jiyanê yê girtiyan ji destên wan bigire."