ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2021'Ê

  • 09:00 4 Kanûn 2021
  • Rojev
*Malbatên ji bo cenazeyên zarokên xwe yên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane, bigirin bi mehan û salan li berxwe didin wiha gotin: “Hestiyekî zarokê me mabe jî ji bo girtinê em ê têbikoşin.” DÎMEN HEYE
 
*Bi giranbûna krîzê re roj bi roj zem tên kirin û bertekên welatiyan jî zêde dibin. Welatî diyar dikin ku çareserî hilbijartinên zû ne û gotin: “Me goşt ji bîr kiriye, em bi hesreta firingiyê ne.” DÎMEN HEYE
 
*Parlamentera HDP’ê ya Agîriyê Dîrayet Dîlan Taşdemîr der barê fuhuş û bikaranîna hişbira li herêmê zêde bûye axivî û got bi plana têkbirinê re li herêmê siyaseta rizandinê hatiye şopandin. Her wiha Dîlanê daxuyakirin ku ji bo xespkirina deskeftiyan desthilatdariyê civak bê parastin hiştine. BI DÎMEN
 
*Xizma girtiyan û nivîskar Herdem Merwanî a piştî çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojî beşdarî "Nobeta Edaletê" ya xizmên girtiyan bû banga têkoşînê kir û wiha got:"Em li mala xwe jî di bin tecrîdê de ne." DÎMEN HEYE
 
*Parêzera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Newroz Uysal, destnîşan kir ku hevdîtînên bi Ocalan re tenê xistine astekî ku jê agahî girtin û negirtinê. Newrozê got: “Dewlet bi zanebûn ew polîtikayê xistiye pêşiya xwe. Ne di şert û mercên prosodurên rewşa hiqûqê de, di rewşa şert û mercên awarte de ev zemîn tê ava kirin.” BI DÎMEN 
 
** Rêxistina HDP'ê ya ya Silopiyê, derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û zextên li ser girtîgehan li Silopiyê daxuyaniyê bide. (11.00) BI DÎMEN