'Nobeta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş berdewam e

  • 15:51 3 Kanûn 2021
  • Rojane
AMED - Heyeteyetek ji HDP'ê û DBP'ê çû serdana "Nobata Edaletê" ya ji bo girtiyên Nexweş ku di roja 18'emîn de didomîne. Kesên di heyetê cih  girtin bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan.
 
Malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş werin berdan û girtiyên cezayê wan qediyaye û nayên berdan, bênb berdan li Baroya Amedê Nobeda Edaletê dane destpêkirin. Nobed di roja 18’emîn de berdewam dike. Şandeya ku ji rêveber û endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêk dihat, îro serdana malbatan kir. 
 
Di serdanê de Hevşaredara Hezroyê Gulîstan Ektî a ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, diyar kir ku çalakiya ji aliyê malbatan ve hatiye destpêkirin gelekî pîroz e. Gulîstan diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li hemû qadan belav bûye, xwest tecrîd bi dawî bibe û daxwazên malbatan bên bicihanîn.
 
'Divê herkes tevli nobetê bibe'
 
Xizma girtiyê nexweş Fevziye Kolakan jî diyar kir ku ew ê heta dawiyê çalakiya xwe bidomînin û wiha got: "Em mirin jî lê bila mirinek bi rûmet be. Ez bang li hemû dayikan dikim. Bila destên xwe bidin destên me û em çareyekê ji zarokên xwe re bibînin. Em ji vê zilmê re bêjin bes e. Em dixwazin her kes tevlî nobedê bibe. Divê ji girtîgehan cenaze neyên derketin.”
 
'Bila girtiyên me nesekinînin û berdin' 
 
Helbestvan Herdem Merwanî ku bavê wê li girtîgehê nexweş e da zanîn ew ê bênavber nobedê berdewam bike û got: “Em ê bi salan rûnin, lê bila girtiyên me yên nexweş ewqasî nesekinînin û berdin. Bang li hemû aliyan dikim. Divê her kesê ku siyaseta kurd dimeşîne dengê me bilind bike."
 
'GIrtiyan û malbatan îşkence dikin'
 
Paşê Hevşaredarê Peyasê Davut Kesen jî ku qeyûm dan şûna wî wiha got: “Ev demeke dirêj e em li pey dayikan dimeşin. Êşa dayikên me mezin e. Demek dirêj e li girtiyan îşkenceya fizîkî tê kirin. Li girtiyan û malbatên wan îşkence tê kirin. Em ê hertim li cem malbat û girtiyan bin. Çi ji destê me bê em ê bikin.”