Ji Malbata Şenyaşar banga piştgiriya 'Nobeta Edaletê'

  • 12:42 3 Kanûn 2021
  • Rojane
 
RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ev 270 roj in "Nobeta Edaletê" ya li ber Edliyeya Rihayê didomînin. Emîne û Ferît banga piştigiriya 'Nobeta Edaletê' kirin. 
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Emîne û Ferît Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 270’emîn de didome. Malbata Şenyaşar îro jî ji navçeya Pirsûsê hat pêş edliyeyê û çalakiya xwe ya nobetê berdewam kir. 
 
Banga piştevaniyê hat kirin 
 
Ferît Şenyaşar ê derbarê nobeta ku 9 mehên xwe temam kirin de axivî wiha got: “Têkoşîna me ya edaletê ya li pêş edliyeyê îro 9 meh li pey xwe hişt. Herkes baş dizane ku li Edliyeya Rihayê bi awayekî aşkere bêhiqûqî, bêedaletî tê kirin. Kesên li Tirkiyeyê qala bêedaletî û bêhiqûqiyê bikin bila werin 10 deqîqeyan li pêş Edliyeya Rihayê bisekinin. Ku zilmeke çawa tê kirin û bêhiqûqiyeke çawa heye bibînin. Heke li Tirkiyeyê helalkirinek hebe divê ev li pêş Edliyeya Rihayê dest pê bike. Ji bo piştevaniyê em li bendê ne ku herkes were vê derê.”