Girtiya muayeneya bi kelepçeyê qebûl nekir nehat tedawîkirin

  • 12:38 3 Kanûn 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Girtiya bi navê Asli Calihan, ji ber ferzkirina muayeneya bi kelepçeyê qebûl nekir bêyî bê muayenekirin ew dîsa birin girtîgehê. Asliyê diyar kir ku zextên li girtîgehan her roj zêdetir dibin. 
 
Pêkanînên tecrîdê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her diçe zêde dibin. Asli Calihan a li Girtîgeha Jinê ya Gebzeyê tê girtin ji ber nerehetiya xwe çû nexweşxaneyê lê belê ji ber muayeneya bi kelepçeyê qebûl nekir nehat tedawîkirin. 
 
Dê hevdîtinên vekirî 30 deqe bin 
 
Asliyê girtin qawişa qerantînayê. Asliyê tiştên bi serê wê de hatine bi rêya hevdîtina bi telefonê ragihandin. Asliyê da zanîn li girtîgehan binpêkirina mafan her diçe zêde dibin. Her wiha Asliyê da zanîn ku dê hevdîtinên vekirî 30 deqe bin.