Piştî berxwedana Sûrê: Divê tiştên hatin jiyîn bên ziman

  • 09:08 3 Kanûn 2021
  • Rojane
 
Derya Ren
 
AMED - Malbatan diyar kirin ku li Sûra Amedê di pêvajoya qedexeya derketina derve ya 103 rojî de ligel pevçûnan, berxwedan û piştevaniyek mezin hatiye jiyîn û wiha gotin: “Tu kes nikare tiştên hatiye jiyîn ji bîr bike.”
 
Li navçeya Sûrê ya Amedê piştî îlankirina rêveberiyên xweser di 2’yê Kanûna 2015’an de qedexeya derketina derve hat îlankirin û 103 rojan berdewam kir û wek qedexeya herî dirêj a derketina derve ya cîhanê ket qeydan. Navçeya dîrokî ya hezar salan 103 rojî hat gulebarankirin û bombebarankirin. Tevî hemû êrîşan şêniyan taxên xwe terk kirin, bi dehan sivîlî jiyana xwe ji dest dan, bi dehan birîndar bûn, bi dehan hatin girtin.
 
Xizmên Mesut Sevîktek û Fatma Ateş ên li Sûrê jiyana xwe ji dest dan, der barê wê pêvajoyê de û terkirina malên xwe de axivîn.
 
‘Divê tiştên hatin jiyîn bên ziman’
 
Mesut Sevîktek di 23’yê Kanûna 2015’an de di pevçûna hat jiyîn de jiyana xwe ji dest dabû. Xwişka wî Guler Sevîktek ji bo cenazeyê birayê xwe bigire 28 rojan di greva birçîbûnê de ma. Piştî grev bi encam bû cenaze dan malbatê. Gulerê destnîşan kir ku Sûr ji bo wê û malbata wê gelek girîng e û der barê berxwedanê de wiha got:“Ji bo min êşa Sûrê pir cuda ye. Ez li wir hatim dinê, mezin bûm. Hemû jiyana min li ser wir bû. Lê wan Sûr şewitandin, hilweşandin. Dema yek behsa Sûrê dike ez dibêjim qey ez nû ji wir derketime. Ez dixwazim ku tiştên li wir hatin jiyîn her tim bên ziman û bên bibîranîn. Ne tenê gelê Sûrê, divê her kes bîne ziman. Me nizanibû ku wê Sûr evqas bê talankirin.”
 
‘Berxwedanek mezin hebû’
 
Gulerê destnîşan kir ku piştî serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî di 28’ê Mijdara 2015’an de hatiye qetilkirin şûnde êrîşên li hember Sûrê zêde bûne û ev tişt vegot: “Wek baranê gule bi ser me de barandin. Mala me di qatê çaran de bû. Gelek bi xeter bû. Dora xaniyê min ji ber guleyan û topan hemû parçe bû. Ez û kurê xwe neçar bûn li malê bijîn, ji ber dema em derdiketina bombe dihatin avêtin. Gule hat li tupa me ket. Tupa me teqiya. Ez û kurê xwe bi rojan neçar man li ser derenceyan razên. Belê ew pêvajo gelek xerab bû, her roj em bombebaran dikirin. Lê ligel vê berxwedanek mezin hebû. Tiştê hatin jiyîn nayên jibîrkirin.”
 
Fatma Ateş jiyana xwe ji dest da
 
Li aliyê din di nav de nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) Mazlum Dolan jî di nav de 5 kes li Sûrê di jêrzemînekê de asê man. Di nava kesên asê mabûn de Fatma Ateş, bi guleya hawanê ya leşkeran avêt bi giranî birîndar bû. Fatma bi ambulansê ji herêmê derxistin lê piştre jiyana xwe ji dest da. Bi Fatmayê re 5 kesên din ên hatin derxistin, hatin girtin. Di nav kesên hatin girtin de, keça Fatmayê, Fatma Ateş, Sînem Ateş û ji heman malbatê Husamettîn Ateş û Fahrettîn Ateş jî hebûn. Di encama darizandinê de  Fatma Ateş, Husamettîn Ateş, Fahrettîn Ateş û Mazlum Dolan hatin berdan. Li Sînem Ateş jî cezayê muebet û  13 sal cezayê girtîgehê hat birîn.
 
‘Leşker diketin malan û alav desteser dikirin’
 
Fatmayê diyar kir ku pevçûnan di 2’yê Kanûnê de dest pê kiriye û heman rojê qedexeya derketina derve hatiye îlanirin û wiha got: “Ji ber qedexeyê xwarin û vexwarina me li malê qediya. Ji ber pevçûnên dijwar em nikaribûn derkevin derve. Hinek xaniyên hatibûn valakirin  hebûn. Leşker diketin wan malan û alav desteser dikirin. Alav ji xwe re dibirin. Nedihiştin em tiştekî xwarinê bibin malê. Firin bombebaran kirin. Ji bo em nan negirin. Dema Çekva Çubuk birîndar bû, jinan ew ji wir girtin û dan ambulansê. Lê leşkeran êrîşê jinan kir. Dayika min jî wê demê li gel wan bû. Li wê jî xistin.”
 
‘Gel li berxwe da’
 
Fatmayê her wiha destnîşan kir ku wê pêvajoyê dema ku sobeyê pêdixin helîkopter û leşkeran mala wan bombebaran kirine û wiha dawî lê anî: “Nanê me li mal nemabû, ez çûm mala apê xwe min nan xwest. Lê helîkopterê hat mala me bombebaran kir. Tevî evqas zext û bombebaranê gel bi cesaretek mezin li berxwe da. Em ji wan neditirsiyan. Piştevaniyek gel a mezin hebû. Ger ew piştevanî tunebûna wê di çend rojan de em ji wir derxistibana. Lê gel li wir li berxwe da. Bi berxwedana gel em ewqas li wir man.”