'Wê tu carî xewnên dagirkeriyê pêk neyên'

  • 09:03 3 Kanûn 2021
  • Rojane
 
Sîdra Mamo
 
ŞEHBA - Derbarê êrişên dewleta tirk ên li ser navçeya Şêrewa û Kantona Şehbayê de jinên li Kampa Vegerê ya navçeya Şêrewaya Efrînê dimînin axivîn. Jinan bal kişandin ser berxwedana li dijî êrişan û wiha gotin:"Dewleta tirk a dagirker li dijî sîvîlan sûcên mirovî dike. Em tu carî dev ji warê xwe bernadin û em ê heta dawiyê li dijî êrişan li berxwe bidin. Wê tu carî xewnên dagirkeriyê pêk neyên."
 
Di 18'ê Adara sala 2018'an de dewleta tirk û komên girêdayî wê Kantona Efrînê kirin bin kontrola xwe û şêniyen Efrînê ji ber topbaran û binpêkirina mafên mirovan neçar man koç bikin û berê xwe dan Kantona Şehbayê. Le dîsa jî welatiyên Efrînê ji topbarana dewleta tirk û komên girêdayî wê rizgar nebûn. Ev 4  sal in rojane dewleta tirk û komên girêdayî wê bi tanq û topên xwe êrîşî navçeya Şêrewa û Kantona Şehbayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Herî dawî jî  dewleta tirk di 19'ê Mijdara 2021'ê de  Kampa Vegerê ya navçeya Şêrewanê ya Efrînê topbaran kir. Bi van êrişana careke din tê xwestin Efrîniyan koçber bikin û Kantona Şehbayê bixe bin serweriya xwe. Welatiyên Efrînê tevî hemû tanq û topan dîsa jî li  Kantona Şehbayê li berxwe didin û  ji bo rizgarkirina Efrînê xwe bi rêxistin dikin. Jinên ku li Kampa Vegerê dimînin û êriş li wan tên kirin ji ajansa me re axivîn û helwesta xwe ya li hember êrîşên dewleta tirk nîşan dan.
 
'Dewleta tirk sûcê dijmirovî dike'
 
Fatime Osman a ji navçeya Recoyê behsa êrîşên dewleta tirk a li ser sivîlan kir û wiha anî ziman:"Dewleta tirk a dagirker em koçî Kantona Şehbayê kir. Ev yek têr wan nekir ji ber vêya niha jî dîsa êrîşên xwe bi ser me de tîne. Ji ber vê yekê jiyana me di xetereyek mezin de ye. Di hemû zagonên cîhanê de qedexe ye ku êrîş li ser kampan werin kirin. Dîsa jî dewletên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan li hemberî hovitiya dewleta tirk a dagiker bê deng in û çavên xwe jê re girtine. Bila êdî her kes rastiyê baş bibîne, kî teror e û kî êrîşî sivîlan dike. Em çareseriyekê ji vê rewşê re dixwazin. Mafê me ye ku em li ser axa xwe aram bijîn. Ji ber vê bila rêxistinên mafê mirovan bi lez tev bigerin. Rewşa me ya di kampan de pir zehmet e. Zivistan jî hatiye, zarokên me hemû nexweş dikevin."
 
'Wê tu carî xewnên dagirkeriyê pêk neyên'
 
Fatimeyê diyar kir ku armanca dewleta tirk ew e ku Şehbayê jî têxe bin kontrola xwe û wiha axaftina xwe bi dawî kir:"Dewleta tirk a dagirker êrîşî kampan dike û sivîlan ditirsîne, dixwaze me ji vir koçber bike. Ji bo ku Kantona Şehbayê jî dagir bike. Lê tu carî xewnên dewleta tirk a dagirker pêk nayên. Ji ber ku em dev ji Şehbayê bernadin. Ev 4 sal in em ji Efrînê koç bûne û hatine Kantona Şehbayê. Em di kampan de bi cih bûne. Dewleta tirk me topbaran dike. Zivistanî sar e. Havînî germ e. Lê dîsa em li berxwe didin û em ê heta dawiyê jî li berxwe bidin heta ku em vedigerin ser axa xwe û jiyanek bi ewle li Efrîna xwe bidomînin."
 
'Rêxistinên mafên mirovan bêdeng in'
 
Valantîna Bîlal a 36 salî ya ji gundê Masekayê ya Navçeya Recoyê ya Kantona Efrînê derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser gelê kurd de axivî û wiha got:"Em li vê derê di kampan de ji her aliyên jiyanê, pir zehmetiyan dibînin. Lê dîsa jî dewleta tirk a dagirker ji me naqere û kampên me topbaran dike. Ji ber topbaranê zarokên me pir tirsiyan, êdî me nizanîbû em çawa xwe biparêzin. Ji ber ku perçeyên topbaranê hatin heta nav çadirên me. Dewleta tirk a dagirker êrîşî kampên sivîlan dike, dixwaze me ji vê derê koçber bike. Da ku herêmên bi ewle dagir bike û gelê kurd tune bike. Mixabin rêxistinên mafên mirovan li hemberî van êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê bêdeng in."
 
'Nikarin vîna me têk bibin'
 
Valantînayê bal kişand ser vîna jinên kurd a xurt û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Dewletên mezin tenê temaşe dikin û çavên xwe ji hemû kiryarên ku dewleta tirk a dagirker di derheqê jin û zarokan de dike girtiye. Dewleta tirk a dagirker dixwaze hêz û vîna gel têk bibe. Hêza me mezin e û nikarin vîna me têk bibin. Em tu carî ji Şehbayê dernakevin û hêviya me ya vegera Efrînê mezin e. Heta dilopek xwîn di canê me de hebe em ê li berxwe bidin. Heta ku em welatê xwe ji dagirkeran rizgar bikin û vegerin ser axa welatê xwe em ê têbikoşin."