ROJEVA 03'YÊ KANÛNA 2021'Ê

  • 09:00 3 Kanûn 2021
  • Rojev
 
*Komeleya Çand û Huner a Dîcle û MED-DER, bi hevkarî li gund, tax û navçeyên Amedê ji bo zarokan bi zimanê kurdî kargehên cuda organîze dikin. Malbatên ku bi zarokên xwe re tevlî kargehan dibin çend dûr bisekînin jî meraq dikin û piştî demekî tevlî kargehan dibin. Organîzatorên kargehan gotin: "Eleqeya malbatan xebatên me bi hêz dike û her wiha li ku derê zarok hebin em ê jî li vir bin." BI DÎMEN
 
*Derbarê êrişên dewleta tirk ên li ser navçeya Şêrewa û Kantona Şehbayê de jinên li Kampa Vegerê ya navçeya Şêrewaya Efrînê dimînin axivîn. Jinan bal kişandin ser berxwedana li dijî êrişan û wiha gotin:"Dewleta tirk a dagirker li dijî sîvîlan sûcên mirovî dike. Em tu carî dev ji warê xwe bernadin û em ê heta dawiyê li dijî êrişan li berxwe bidin. Wê tu carî xewnên dagirkeriyê pêk neyên." BI DÎMEN
 
* Jinên femînîst û siyasetmedar diyar kirin budçeya divê ji bo jin, zarok û gel bê veqetandin ji bo Diyanet û wezaretên din hatiye veqetandin û gotin: “Ne ji bo sermayedaran, ji bo jin, zarok û gel budçeyê veqetînin.” BI DÎMEN 
 
*Yek ji lingên pêşîgirtina newekheviya zayenda civakê ya di qada siyasî de tekoşîna tê meşandin e. Yanî ji bo azadî û mafê jinan, têkoşîn, siyaset, mudaxaleya siyasî û vegurîna siyasî hewce dike. Siyaset di heman demê de qada têkoşîn, derfeta wekhevî û alava azadbûnê ye, bi zayenda civakî re ji nêz ve eleqeder e. Jinên bi sedsalane ji siyasetê hatine dûrxistin bi daxwaza tevlî siyasetê bibin têkoşîn meşandine. Di çarçoveya vê rastiya dîrokî de têkçûna hêza mêr a berê xwe daye jinê girêdayî têkoşîn û hêza civakî ya bi jinê ve girêdayî ye.
NÎQAŞEN JINEOLOJIYÊ
 
*Malbatan diyar kirin ku li Sûra Amedê di pêvajoya qedexeya derketina derve ya 103 rojî de ligel pevçûnan, berxwedan û piştevaniyek mezin hatiye jiyîn û wiha gotin: “Tu kes nikare tiştên hatiye jiyîn ji bîr bike.” BI DÎMEN 
 
*Endama MYK'ê ya ÎHD'ê Nuray Çevirmen derbarê tecrîda li ser Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê de wiha got:"Tirkiye hemû peymanên navneteweyî, Rêgezên Mandelayê û pêşniyarên CPT'yê binpê dike." BI DÎMEN 
 
*Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ji bo hevdîtin bi Îmraliyê re pêk binîn 28 baroyan re hevdîtin pêk anî bûn. Di nav 28 baroyan de Baroya Amedê ji bo parêzer bi muvekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Wezareta Dadê da.