Kombûna Jinan a Zenûbiya êrişa li hemberî Minbicê şermezar kir

  • 15:15 2 Kanûn 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kombûna Jinan a Zenûbiya bi daxuyaniyekê êrişa 27'ê Mijdarê ya li Minbicê şermezar kir û got: "Bi êrişan armanc dikin ku îradeya gel û berxwedana gel têk bibin."
 
Di 27'ê mijdarê dê li bajarê Minbicê êrişek pêk hat û 4 welatî jiyana xwe ji dest da û 3 welatî jî birîndar bûn. Derbarê mijarê de Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya li bajarê Minbicê daxuyaniyek da û êriş şermezar kir. Daxuyanî ji aliyê endama Komîteya Perwerdê ya Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya Rabha Bekiro ve hate xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em sûcên ku hin aliyên dijberî azadiya gelan dikin û êrişa dawî ya li dijî bajarê Minbicê şermezar dikin. Ev ne cara yekemîne ku aliyên dijber kirinên terorîst û dûrî nirxên mirovî û exlaqî pêk tîne. Armanca wê ji vê yekê ku îradeya gel û berxwedana wê li hember êrişan têk bibe, her wiha tirsê di nava sivîlan de belav bike.
 
Piştî ku bajarê Minbicê hate rizgarkirin û heta vê kêliyên hin alî dixwazin aramiya bajar ku bi saya têkoşîna şehîdan hatiye bidestxistin, têk bibin.
 
Sûcên li herêmên dagikirî li dijî jinan têne kirin û hewldanên hin aliyan ku destkeftiyan têk bibin, nîşaneye kîn, teror û tirsa wan diyar dike û hêza me di şerê li dijî aliyên dixwazin herêmên me xira bikin, zêde dike. Em soz didin ku em ê têkoşîna xwe heta serkeftin û azadiyê berdewam bikin."