Nobeta Edaletê ya Amedê: Divê edalet ji bo hemû kesan wekhev be

  • 15:04 2 Kanûn 2021
  • Rojane
AMED - Malbatên girtiyan, bi daxwaza ku girtiyên nexweş, girtiyên înfazê wan hatine şewitandin, girtiyên nayên berdan bên berdan û ji bo binpêkirinên mafan bi dawî bibin, li Amedê 17 roj in nobetê digirin. Malbatan di çalakiyê de gotin: "Divê edalet û hiqûq ji bo hemû kesan wekhev be." 
 
Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatine şewitandin, li Baroya Amedê dan destpêkirin, di roja 17'an de berdewam dike. Konfederasyona Sendikayên Karker ên Şoreşger (DÎSK) û Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) beşdarî nobetê bûn. 
 
'Divê edalet û hiqûq ji bo hemû kesan wekhev be'
 
Di destpêkê de Hevserokê DÎSK'ê Hasan Erol axivî û destnîşan kir ku divê edalet û hiqûq ji bo hemû kesan wekhev be û got: "Edalet divê li gorî kesan neguhere. Yê ku îro desthîlatdarin û hiqûqê wek amûrek li gorî berjewendiyên xwe bikar tînin. Lê belê kî bûye desthîlatdar ji ber bêhiqûqî û bê edaletiyê têk çûne. Dê desthîlatdara heyî jî ji ber sedema polîtîkayên  bêhiqûqî û bêedaletiyê para xwe bigire. Li girtîgehan muameleya kêfî tê kirin û ev rewşs bi tu şiklî nayê qebûl kirin."
 
'Heya ku daxwazên me neyên bicîh, em ji vir naçin'
 
Piştî vî hevjîna girtiyê nexweş, Hasîne Guler jî wiha axivî: "Em ji bo edalat, heq û hiqûq pêk were 17 roj in li vir in. Xwezî zimanê dîwarên zindanan hebûya û wan zilm û tehdeyan bianiya ziman. Heya ku ew zilm neqede û edalet pêk neyê em ji vir naçin."
 
Xwişka girtiyê nexweş Abdulsamet Guler, Încî Guler jî axivî û diyar kir ku muameleya kêfî ya li girtîgehan qebûl nakin û wiha pêde çû: "Bila qanûnên we ji me re jî dernas bibin, em vê zilm û muameleya kêfî qebûl nakin. Em jî j vê welatê dijîn û edalet ji bo me jî mafekê bingehîn e. Girtiyên edlî berdin lê yên siyasî bernadin. Dîtin û gotin nabin yek. Em şert û mercên zarokên xwe dibînin. Dixwazin girtiyên me bêne berdan."
 
'Em naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin'
 
Herî dawî jî dayika girtiyê nexweş Fevziye Kolaman jî axivî û destnîşan kir ku bila ji girtîgehan cenaze dernekeve û wiha got: "Ewqas girtiyên nexweş hene. Divê hemû werin berdan. Bêedaletiya li dijî kurdan nayê qebûlkirin. Em dayik vê bêhiqûqûqî û zilmê qebûl nakin. Em dayik naxwazin dil û kezeba tu dayikan bişewite. Bila dayikên me yên din jî werin û nobetê bigirin. Bila ji girtîgehan cenaze dernekeve."