Pervîn Buldan bi sefîrên bilind ên welatên YE re hevdîtin kir
- 13:10 2 Kanûn 2021
- Rojane
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan bi sefîrên bilind ên welatên Yekîtiya Ewropayê re hevdîtin kir û bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û zextên li welat.
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan tevî Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve Hişyar Ozsoy li xwarina ku Sefîrê Bilind ê Delegasyona Yekîtiya Ewropa-Tirkiyeyê Nikolaus Meyer-Landrut mêvandarî jê re kir, bi sefîrên bilind ên welatên Yekîtiya Ewropayê re hevdîtin kir.
Pervîn di hevdîtinê de nêrînên HDP'ê yên li ser krîza aborî û siyasî ya li welêt parve kir û nîqaş û lêkolînên li ser hilbijartinê yên li nava raya giştî nirxand. Pervîn, têkildarî dewamkirina tecrîdê ya li Îmraliyê, bicihneanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ên li ser Selahattîn Demîrtaş, Doza Kûmpasê ya Kobanê û bûyerên dawî yên têkildarî doza girtina HDP'ê nêrînên xwe parve kir.
Pervîn bersiv da gelek pirsên sefîrên bilind ên di civînê de amade bûn û diyar kir ku li gel zext, zordarî, girtin û darizandinê jî HDP hêza xwe zêde dike û di siyaseta Tirkiyeyê de wê aktorê sereke be.