Berxwedana li Sêmalkayê 59 roj in didome

  • 10:57 2 Kanûn 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya li Deriyê Sêmalkayê ya ji bo wergirtina cenazayên gerîlayên li Xelîfan di kemîna PDK'ê de jiyana xwe ji dest dan di roja 59'an de bi biryardarî didome. Li gel çalakiya ku berdewam dike bang li PDK'ê tê kirin ku demildest cenazeyên şervanan radestî malbatên wan bên kirin. 
 
Çalakiya konvedanê ya li deriyê Sêmalkayê ya bi daxwaza cenazeyên gerîla Tolhildan Raman û Serdem Cûdî yên ku  li herêma Xelîlfanê di kemîna hêzên PDK'ê de jiyana xwe ji dest dane bên dayin, di roja 59’an de berdewam dike. Lê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bersiva daxwazên xwepêşandêran nade.
 
Kes, sazî û rêxistinên ku tên serdana çalakvanan û piştgiriyê didin wan jî bang li PDK'ê dikin û dibêjin ku bila cenazeyên şervanan radestî malbatên wan bên kirin.