Ayşe Gokkan: Axaftina bi zimanê dayikê wek sabiqe ket qeydan

  • 09:03 2 Kanûn 2021
  • Rojane
 
AMED - Berdevka Demî ya TJA’yê Ayşe Gokkan di parastina xwe ya pêşkêşî dadgehê kir de got: “Tu car sabiqeya min çênebû. Di sala 2000’î de ji ber kurdî axivîm ceza li min birîn. Ji ber bi zimanê xwe yê dayikê axivîn wek sabiqeyî ketim qeydan.”
 
Berdevka Demî ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan ji doza ku bi îdiaya ‘endama rêxistinê’, ‘rêvebera rêxistinê’ dihat darizandin rûniştina biryarê di 20’ê cotmehê li 9’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Li Ayşe ji endamtiya rêxistinê du caran bi giştî 30 sal ceza hat birîn.
 
Ayşe beriya tevli rûniştinê bibe parastina xwe bi nivîskî da dadgehê. Ayşeyê diyar kir ku ji ber zimanê dayikê axiviye hatiye mahkumkirin, ji  têkoşîna jinan a 30 salan, polîtîkayên li hember jinê û gotina ‘Kurdistan’ bikar aniye, hatiye cezakirin.
 
‘Ez bi her qadê re eleqeder bûm’
 
Ayşeyê di parastina da dadgehê de wiha got: “Ez lêkolîner rojnameger im. Ez aktîvîsta jina polîtîk a têkoşîna jinê dide me. Li nîvê welatên cîhanê, bi tevgerên jinan û aktîvîstên jinan re li hember şîdeta zayendî, fizîkî, aborî; bi her qada jiyanê ya jinê ya siyasî, civakî, şer, pevçûn, aştî, xweza, çapemenî, kal, ciwan, zarok, astengdar, penaber, tenduristî, ziman, axê re eleqeder bûm. TJA bi danezanên gerdunî û xala 90’emîn ya Destura Bingehîn ya Komara Tirkiyeyê re malan dike bin ewlehiyê. Ev mafên rewa ne faliyetên rêxistina îlegal in. Ez qebûl nakim.
 
Hevşaredarî wek peywira veşarî tê nîşandan
 
Dema şahidên veşarî min teşhîs dikin, dibêjin şaredare lê wekê ku hevşaredarî veşarî hatiye kirin nîşan didin. Min 5 salan hevşaredarî kir û tu xizanî nehat jiyîn. Ji 90 welatên cîhanê heyet hatin Şaredariya Nisêbînê û der barê xebatên jinan de agahî girtin. 270 akademîsyen, aktîvist, rojnameger di projeya ‘em xeyala bajarê jinê pêk tînin, bê sînor keda jinê’ de cih girtin. Ji ber ez delegeya tifaqa yekitiya neteweyî û KCD’ê me jî sûc tê hesibandin û ji vê têm darizandin. Ev vê wek sûc qebûl nakim.
 
Ji ber me mafê xwe bikaranî em girtîne 
 
Îdiayek din jî axaftinên min yên der barê tecrîdê de ne. Ev jî çarçoveya sûc de hatiye dîtin. Hejmara girtîgehên Tirkiyeyê du kat ê zanîngehên Tirkyeyê ye. Li gorî lêkolînên li cîhanê hatine kirin, dema hikûmeta AKP-MHP’ê de, Tirkiye wek welatê ku herî zêde jin lê girtîne di îstatîstîkan de cih girt. Ez mafê xwe yê berxwedan û protestoya li hember binpêkirina azadî û mafan, sûc nabînîm û vê qebûl nakim. Ev maf di peymanên gerdunî de de jî di bin ewlehiyê de ye. Em jin ji ber mafên xwe bikar tînin tên girtin. Ji ber vê em tu car vê qebûl nakin.
 
Xuyaye tecrîdê qebûl dikin
 
CPT, li gorî protokola ku Tirkiye jî alîgirê wê ye, heyeta girêdayê komîsyona pêşîgirtina pêkanînên nebaş û îşkenceyê, hatina ji bo Tirkiyeyê qebûl kir. CPT li Îmraliyê û girtîgehên din lêkolîn kir û rapor amade kir. Raporên CPT li gorî rêgezan amade kir, beyî erêkirina dewletê ji rayagiştî re vekir û bi rayagiştî ya cîhanê re parve kir ku li Tirkiyeyê pêkanînên nebaş hene. Ev tê vê wateyê ku CPT hebûna tecrîdê qebûl dike. Ji ber vê jî raporên min yên lêkolînê yên de barê binpêkirina maf yên li girtîgehan ne sûce. Ev vê tu car wek sûc nabînim. Ez niha li girtîgehê di şertên tecrîdê de me. Min li dijî vê serî li Dadgeriya Înfazê da. Li Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê didome. Min daxwaz kir ku hem CPT hem tevgerên jinan û hem jî heyetên bê alî yên rêxistinên mafên mirovan yên sivîl lêkolînê bikin. Ji îrdeya girtîgreha jinan an jî Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran dikare bê xwestin.
 
Her axaftina min dibe propaganda rêxistinê
 
Analîzkirina min ya ku bandora jinên tevlî PKK’ê bûne li ser jinên civakê, wek sûc di îdianameyê de cih digire. Pirtûk, lêkolîn, makaleyên li ser kurdan hatine nivîsîn gelo di kîjanê de analîz û bandor tune? Lê ji ber ez jinek kurd im analîzên min dibin sûc. Yanî dikare behsa kurdan bê kirin, behsa bandora jinên kurd bê kirin; lê yên min sûc tên hesibandin. Her axaftina min wek propaganda rêxistinê tê nirxandin. Ez van sûcdarî û  nirxandinan qebûl nakim.
Her axaftina min ya der barê rêbazên çareseriya demokratîk a der barê pirsgirêka kurd û jinan de sûc tê hesibandin. 
 
Min di pêvajoya hevdîtinên Îmraliyê de wek jinekê bi îradeya xwe piştgirî da pêvajoya çareseriyê. Ez tevlî xebatên aqilmendan û civînan bûm. Ez hîna jî dixwazim ku vegerin ser Protokola Dolmabahçeyê.
 
Wergervan hatin tehdîdkirin
 
Parastina bi kurdî, gotinên kurd û Kurdistan wek delîlên sûc yên xurt tên dîtin. Li TEM a Amedê ji ber min wergervan xwest polîsan tehdîda wê çar roj binçavkirina te dirêj bibe, kir. Li Dozgeriyê jî polîs her wergervanê hat bi çavan tehdîd kir û her sê wergervanan jî gotin ew wergerê nakin û çûn. Dozgerê Dîlokê tevî parastina min ya kurdî, li belgeya lêpirsînê ya dozgeriyê îbareya ‘bi wergervan kurdî axivî’ xistin belgeyê. Wekê ez Tirkî axivîme xistin belgeyê. Dîsa dema min li dozgeriya Amedê parastin dikir, ji ber min gotina Kurdistan bikar anî, got ‘Dibe ku der barê jinan de tiştek kiribe, ji ber gotiye Kurdistan, ez sewqê girtinê dikim’.  Ji ber min navê erdnîgariya lê hatime dinê û mezin bûme, têrî mahkumkirina min dike. Tu car sabiqeya min çênebû. Di sala 2000’î de ji ber  axaftina kurdî ceza dan min. Ji ber bi zimanê xwe axivîm wek sabiqeyî ketim qeydan. Min bi kurdî îtîraz kir û serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. DMME’ê Tirkiye mahkum kir.
 
Jina kurd a terorîst
 
Li gelek merciyên darazê û navendên TEM’ê  ne tenê sûcdareke ku mafê jinan dixwaze, di heman demê de rastî pêkanîna ‘jina kurd ya terorîst’ hatim. Dozgerê Mêrdînê li çûyîn û hatinên min yên derveyê welat mêze kir û got ‘Tu biçûna Halep û Şamê jî, minê bawer bikira ku tu parêzvana mafê jinan a cîhanê ye’. Piştre got tu çûye Halep û Şamê an na. Min jî got ez naxwazim bersivê bidim.
 
Em ji mafên xwe bêpar tên hiştin
 
Pêvajoyên karantînayê veguheriye îşkenca cezaya hucreyê. Bi bandora vê karantînaya giran girtiyên nexweşê giran kontrolên wan yên doktor nayên kirin, yê di koxuşan de bi hev re dimînin jî her tim fikarê dijîn. Bi hinceta pandemiyê mafên me yên herî sereke tên desteserkirin. Kovar, rojname, pirtûk her tim nayên dayîn. Abonetiya me ya ji bo rojnameyê tê înkarkirin û mehekê ji rojnameyê bêpar mam.
 
Dixwazim azad bim
 
Ez vê parastina xwe ne wek endama eşîra xwe, ne wek keça bavê xwe, ne wek xwişka birayê xwe, ne jî wek hevjîna mêrekî dikim; ez bi îradeya xwe ya azad, wek jinek kurd, Kurdistanî wek aktîvîsta TJA’yê dikim. Em ji jin ji bo azadî li cîhanê serdest be têdikoşin. Em jin ji bo nasname, ziman, rih, dil, îrade û hişmendiya me hebe têdikoşin û dixwazin azad bin.
 
Min hêrsa xwe veguhert hewldaneke aştiyane
 
Ez tu car ji bo li şûna ‘dewleta Tirk’ li min bixe, bila ‘dewleta kurd’ li min bixe tênakoşim. Ez ji bo ‘li şûna hevjîn li min bixe bila hezkirî li min bixe’ tênakoşim. Ji bo qirkirina jinê bidawî be, li cîhanê jiyanek azad hebe têdikoşim. Ji zaroka xwe ya xwe de li dijî zilma tê kirin bi hêrsim. Lê min hêrsa xwe veguhert hewldanek aştiyane, heta niha li alî çareseriya demokratîk bûm. Ez vê berpirsyariyê hildigirim û dixwazim Protokola Dolmabahçe şûnde bê û ji nûve hevdîtinbidomin. Şer û pevçûn, hilweşîn, êş û rondin. Aliyê serketî tune. Ez azadiya xwe dixwazim û ev ne sûc e.”