‘Daxwazên malbatên girtiyan daxwazên me ne'

  • 09:01 2 Kanûn 2021
  • Rojane
 
Sema Çaglak
 
AMED - Piştgiriya Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan ku li Baroya Amedê dabûn destpêkirin didome. Jinan destnîşan kir ku divê ne tenê xizmên girtiyan  her kes xwedî li vê nobetê derkeve.
 
Xizmên girtiyan bi armanca balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş û şewitandina înfazan û netahliyekirina girtiyan, di 16’ê mijdarê de li avahiya Baroya Amedê çalakiya "Nobeta Edeletê" dan destpêkirin. Çalakiya girtiyan di roja 17’an e didome. Roj bi roj piştgiriya malbatên girtiyan û ya raya giştî zêde dibe. Hevseroka Komeleya 78'an Halîse Batgî, Asiye Şîmşek û Emîne Işik a ku du lawê wê girtî ne ji ajansa me re axivîn û bal kişandin ser girîngiya "Nobeta Edaletê". 
 
'Divê bi hestiyarî nêzê rewşa girtiyan bibin'
 
Halîse Batgî, destnîşan kir ku reşwa girtiyan li ber çavan e û divê girtiyên nexweş û ku yê ku infaza wan hatiye şewitandin demildest bên berdan. Halîse, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Nobeta xizmên girtiyan gelek bi wate û girîng e. Girtî di rewşeke gelek xirab de ne û mafên wan tê binpêkirin. Ne tenê xizmên girtiyan divê her kes bi hestiyar nêzê rewşa girtiyan bibe. Hin girtiyên nexweş hene ku nikarin pêdîviyên xwe yên bingehîn bicih bînin. Her wiha nayên dermankirin jî. Cihê wan girtiyên nexweş ne girtîgeh e û divê werin tehliyekirin. Her wiha êdî bes e bila kezeba dayikan neşewite." 
 
‘Divê heq, hiqûq û edalet pêk were’
 
Asiye Şîmşek jî di destpêka axaftina xwe de nobeta xizmên girtiyan silav kir û diyar kir ku dilê wan li cem malbat û girtiyan e û got: “Tu tişt bi zilm û zordestiyê nabe. Divê heq û hiqûq û edalet pêk were. Bi sedan girtî di zindanan de di bin şert û mercên xirab de ne. Ew zilm wê heya kengê berdewam bike. dayikên ku nobetê digirin ez silavên xwe ji wan re dişinim. Dilê min ligel wan e. Nobeta wan ne tiştekî biçûk e, ewqas dayik ligel temen û nexweşiyên xwe her roj diçin ji bo zarokên xwe nobetê digirin."
 
‘Girtî di bin îşkenceyê de ne’
 
Emîne Işik jî ku du lawê wê girtî na balê kişand li ser şert û mercên girtîgehê û wiha aivî: “Lawekê min li girtîgeha Gîresûnê girtî ye. Ji bo ku ji me gelek dûr e, derfetên me çênabe ku em wî zêde bibînin. Lê qasî ku bi rêya telefonê ji me re dibêje rewşa wan gelek xirab e. Pirtûkên wan tê desteser kirin, xwarinên qirêj didin wan, ava germ venakin û gelek zilmên bi vê cûreyê li ser wan tê meşandin.  Lawekî min jî sirgûnê girtîgeha Amedê Tîpa F yê hate kirin. Gava ku sirgûnê kirin, nehiştin tu eşya û kincên xwe bibe. Zilm û îşkenceyekê mezin li wan hat kirin. Lawê min niha di hucreya takekesî tê girtin.Tehde li wan dikin û di bin îşkenceyê de ne. Rastî lêgerîna tazî tên.”
 
‘Daxwazên malbatan daxwazên me ne' 
 
Emîneyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê nobeta edaletê ya xizmên girtiyan re xwedî were derketin û wiha got: “Tecrîda girtiyan her diçe xwe kûrt dike. Gelek girtiyên nexweş ku rewşa wan a tenduristiyê bi xeter heye. Girtiyên ku divê bihatina tehliye kirin hene. Em vê zilm û bêhiqûqî yê qebûl nakin daxwazên malbatên ku di nobetê de ne daxwazên me ne. Bila ji bo girtiyan edalet pêk were û bila êdî dilê me neşewite."