ROJEVA 02'YÊ KANÛNA 2021'Ê

  • 09:00 2 Kanûn 2021
  • Rojev
 
*Piştgiriya Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan ku li Baroya Amedê dabûn destpêkirin didome. Jinan destnîşan kir ku divê ne tenê xizmên girtiyan  her kes xwedî li vê nobetê derkeve. BI DÎMEN
 
*Berdevka Demî ya TJA’yê Ayşe Gokkan di parastina xwe ya pêşkêşî dadgehê kir de got: “Tu car sabiqeya min çênebû. Di sala 2000’î de ji ber kurdî axivîm ceza li min birîn. Ji ber bi zimanê xwe yê dayikê axivîn wek sabiqeyî ketim qeydan.” 
 
*Jinan bertek nîşanê qedexeya hevdîtinê ya ji ber du cezayên dîsîplînê yên nû ku li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye birîn, dan û diyar kirin ku desthilatdarî ji ber aştiyê naxwaze, tecrîdê li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dide meşandin. Jinan her wiha gotin desthilatdariya ku ji şer xwedî dibe ji Îmraliyê ditirse. DÎMEN HEYE
 
*Ozlem Zengîn ya li Geverê kargeha wê heye wiha got: “Jin bixwaze  dikare tov veguherîne baçxeyê kulîlkan.” Ozlemê bi bernameyên ji bo îstîhdama jin, zarokên astengdar ku çêdike, hedef dike ku pêşiya wan vebike. DÎMEN HEYE
 
*6 sal beriya niha bi dirûşma "Em ê xwe û bajarê xwe bi rêve bibin" li Sûrê têkoşîneke mezin hat dayîn. Gotinên Çiyager û Roza "Çi dibe bila bibe dê dawî bi heybet be" nayê jibîrkirin.