Malbatên girtiyên li Îmraliyê: Mafên qanûnî bicîh bînin!

  • 16:02 1 Kanûn 2021
  • Rojane
ENQERE - Malbatên girtiyên li Îmraliyê di serdana HDP'ê û ÎHD'ê de diyar kirin ku derbarê jiyana xizmên xwe de dudil in, xwestin di çarçoveya mafên xwe yên hiqûqî û mirovî de bi xizmên xwe re hevdîtinê pêk bînin. 
 
Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di bin şert û mercên tecrîda giran de li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind tên girtin, piştî Koma Meclîsê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ziyaret kirin û çûn serdana Navenda Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD). Di heyetê de biraziyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Omer Ocalan, birayê Omer Hayrî Konar, Emîn Konar, birayê Veysî Aktaş Sabiha Aslan û parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrin Ozgur Faîk Erol û Serbay Koklû jî hebûn.
 
Bi parlamenterên HDP'ê re hevdîtin pêk anîn
 
Malbatên girtiyên li Îmraliyê ji aliyê Cîgirên Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Saruhan Oluç, endamên Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê ya HDP’ê û Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tayyîp Temel jî di nav de ji aliyê parlamenteran ve hatin pêşwazîkirin. 
 
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Ozgur Erol ku li ser navê heyetê axivî, diyar kir ku ew ji bo tecrîdê çûne Îmraliyê û xwest rewşa krîzê bi dawî bibe. Biraziyê Ocalan, Omer Ocalan jî wiha axivî: "Em di derbarê jiyana hevalên din bi taybetî birêz Ocalan de bi fikarin û hevalên din ên girtî de jî bi fikar in. Ez meraq dikim gelo dewlet tiştekî li wir vedişêre.” Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku tişta li Îmraliyê diqewime bêhiqûqiya sedsalê ye. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Erol jî destnîşan kir ku ji 27’ê tîrmeha 2011’an heta 2019’an hevdîtina parêzeran pêk nehatiye û li Îmraliyê bêhiqûqî û pergala dijî qanûnî pêk tê. 
 
Malbat çû serdana Navenda ÎHD'ê
 
Malbatên girtiyên li Îmraliyê, li Navenda ÎHD'ê ji hêla Hevserokê Giştî Ozturk Turkdogan û Endama Lîjneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê Nuray Çevîrmen û Serokê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Metîn Bakkalci ve hatin pêşwazîkirin. 
 
Di serdanê de Omer Ocalan axivî û bal kişand ser xebatên ÎHD û TÎHV'ê û got: "Li Îmraliyê tecrîdeke mezin heye û li hemberî Birêz Ocalan û hevalên wî îzolasyonek heye. Serdanên me ya li Wezareda Dadê bê bersiv dimîne. Em ji jiyana 4 xizmên xwe bi fikar in. Em wek malbat dixwazin mafê xwe yên hiqûqî bikar bînin." 
 
Metîn Bakkalci jî di serdanê de axivî û diyar kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêkên li girtîgehan her ku diçe kûr dibe. Metîn, wiha nêrînê xwe anî ziman: "Li Îmraliyê tecrîdek heye. Ji sala 2011’an heta sala 2019'an hevdîtineke bi pergalî pêk nehatiye. Hevdîtin ji sala 2019’an heta niha tê astengkirin. Li girtîgehan Rêgeza Mandela heye û hemû dewlet jî divê hurmetê nîşanî vê rêgezê bidin."
 
Ozturk Turkdogan, da zanîn ku mafê her kesekî/kê heye ku girtiyên xwe bibîne û got: "Mirov wateyê nade îzolasyona li Girtîgeha Îmraliyê. Divê mirov bang li Koma Partiyên siyasî yên Meclîsê bike. Heke hûn dixwazin welat li gorî rêgezên hiqûqî bê divê hiqûq di serî de li Îmraliyê re derbas bibe."