Li Amedê 'Nobeta Edaletê' ya malbatên girtiyan didome

  • 14:00 1 Kanûn 2021
  • Rojane
AMED - Malbatên girtiyan, bi daxwaza ku girtiyên nexweş, girtiyên înfazê wan hatine şewitandin, girtiyên nayên berdan bên berdan û ji bo binpêkirinên mafan bi dawî bibin, li Amedê 16 roj in nobetê digirin. 
 
Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatine şewitandin, li Baroya Amedê dan destpêkirin, di roja 16'an de berdewam dike.  Serokê Şaxa Sendîkaya Karên Xizmetên Giştî ya Tirkiyeyê (Genel Îş) a Amedê Kamûran Taş û rêveberên Komeleya Jinan a Rosayê piştgirî dan nobetê.