Li Efrînê di du mehan de 95 kes hatine revandin

  • 13:55 1 Kanûn 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî Rêxistina MAfên Mirovan a Efrîn-Sûriye, ji aliyê hêzên tirk û komên girêdayî wan ve  di mehên Cotmeh û Mijdarê yên borî de yek jê jin 6 sivîl kuştine , 95 kes jî revandine û gelek sûcên din pêk anîne.
 
 Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Roşîn Hido ku ji ajansa Nuçeyan a Anhayê (HAWAR) re axivî diyar kir ku dewleta tirk û komên girêdayî wê li dijî şêniyên Efrînê sûcan li pêş çavên civata navneteweyî pêk tînin. Roşînê îşaret bi sûcên qetilkirinê kir û got: "Artêşa tirk û çeteyên wê yek jê jin bi giştî 6 sivîl li Efrînê qetil kirine. 95 sivîl hatine revandin, ji wan jî 8 jin in "
 
Roşînê bal kişand ser zerar û ziyana malî û ekolojîk ya li herêmê jî got, " Hêzên dewleta tirk 3 cihên dîrokî jî di du mehan de wêran kirine û 3 hezar darên zeytûnan birîn û êzingên wan li sûkan firotin.  Hemû avahiyên herêmê û niştecihên resen ji sûcên artêşa tirk û komên girêdayî wê bê par nemane, lê herî zêde li dijî jinan sûc pêk tên. Herwiha dewleta tirk zeytunên Efrînê tîne Tirkiyeyê, ji wê jî dibe li Ewropayê wekî ku yê wê bin difiroşe."
 
Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Roşîn Hido bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku li hemberî sûcên artêşa tirk û komên girêdayî wê yên li Efrînê, bêdeng nemînin-.