'Nobeta Edaletê' di roja 268'an de ye

  • 13:07 1 Kanûn 2021
  • Rojane
RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ên ku 268 roj e "Nobeta Edaletê" digirin li ser hesabê xwe yê dijîta ev parvekirin kirin, "Dê rojekê edalet bê erdnîgariya me jî. Heta ku hesap neyê pirsîn helalkirin ne pêkan e."  
 
Çalakiya Nobeda Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar ku di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dane destpêkirin, di roja 268'an de berdewam dike. Emîne Şenyaşar ku hevjinê wê û 2 kurên wê di 14'ê hezîrana 2018'an de ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn kuştin û kurê xwe Ferît Şenyaşar, ji mala xwe ya Pirsûsê hatin ber Edliyeyê û bi dovîza "Em tenê edaletê dixwazin" li “Kuncikê edaletê yê Malbata Şenyaşar” dest bi nobeta xwe kirin. Malbat, ji kesên tên edliyeyê û parêzeran re komkujî û têkoşîna xwe ya edaletê vedibeje.
 
Malbatê, li ser hesabê xwe yê medya dijîtal ev parvekirin kir: "Wê rojekê edalet bê ser vê erdnîgariyê jî. Kujer li derve digerin. Heta ku hesabê rojên dayikek ku 9 meh in li ber deriyê edliyeyê di bin zilmê de derbas dibin û kurê wê yê 3 sal û 5 meh in di hucreya yekkesî de tê girtin neyê pirsîn, wê tu helalkirin pêk neyê."