Nobeta Edaletê: Li girtiyan tecrîd li ser tecrîdê tê kirin

  • 16:31 30 Mijdar 2021
  • Rojane
AMED -  Nivîskar Herdem Merwanî ya endama Komeleya Wêjekarên Kurd û xizma gitiyên nexweş ku çû serdana xizmên girtiyan ên li Baroya Amedê di nobetê de ne, got li girtîgehan li girtî û girtiyên nexweş tecrîd li ser tecrîdê tê kriin.  
 
Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û girtiyên înfazê wan hatine şewitandin a li Baroya Amedê dane destpêkirin, di roja 15'an de berdewam dike. Ji bo piştevaniya bi çalakgeran re Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) berdan Ozturk, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Rêveberên Komeleya Nivîskarên Kurd û endamên wê çûn serdana çalakgeran. 
 
Nivîskar Herdem Mervanî di axaftina ku kir de diyar kir ku, ew 3 roj e ji balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di greva birçîbûnê de ye û anî ziman ku ew ê ji îro û pêde li gel malbatên di çalakiyê de cih bigire.
 
Berdan Ozturk,  Salîha Aydenîz û Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Sûltay Yaray, di serdane de axaftin kirin û piştgiriya xwe ya ji bo malbatan anîn ziman û gotin ku heta daxwazin malbatan bên qebûlkirin dê li cem malbata bin.