Li Şehbayê mêr li dijî tundiya li hemberî jinan daketin qadan

  • 15:40 30 Mijdar 2021
  • Rojane
ŞEHBA - Bi hezaran mêr bi dirûşma "Têbikoşe! Dagirkerî û tundiyê têk bibe" tevlî meşa Kongreya Star û Meclîsa Kantona Efrînê bûn û bal kişandin ser tundiya li hemberî jinan û gotin: "Banga me ji hemû mêrên dinyayê re heye ku li dijî şideta li hemberî jinê derkevin. Ji ber ku jin jiyane, hebûne û civake."
 
Bi pêşengiya Kongreya Star û Meclîsa Kantona Efrînê ve bi dirûşma "Têbikoşe! Dagirkerî û tundiyê têk bibe" ji hêla mêran ve li Kantona Şehbayê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek hat lidarxistin. Meşa girseyî li Wargeha Serdemê ya navçeya Ehdas a Kantona Şehbayê dest pê kir û heta navenda Şaredariya Gel a li navçeyê dom kir. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, jinên ku bi tundiyê re rûbirû mayî hatin hildan. Her wiha pankarta "Na ji şîdeta li hemberê jinê re", "Li hember dagirkerî û tundiyê îsrara şoreşa jinan", "Na ji xwekuştinê re" hildan. Meşa ku li ber şaredariyê bidawî bû vegeriya mitîngê. 
 
'Jina kurd îro bûye sembol'
 
Piştî meşê daxuyaniyek hat dayîn û daxuyanî ji hêla Endamê Meclîsa Kantona Efrîn Heyder Reşîd ve hat dayîn. Heyder, diyar kir ku tundiya ku li hemberî jinan a ku ji hêla mêran ve tê kirin şermezar dikin û got: "Tundiya ku li ser jin tê meşandin ji zihniyeta mêrê desthiladar pêk tê. Hêzên desthiladar mêr kiriye dîktadora malbat û jinê. Hêzên hegomanîk jin û laşê wê ji bo berjiwendiyên xwe yên desthialdar bi karanîne. Jin wek heyînek bingeh di vê jiyanê de nehatiye qebûlkirin û her hatiye qirkirin û tunekirin. Tekoşîna jinan ji civaka xwezayî û heya vê kêliyê hêşt ku hebûn û îradeya xwe di civakê de ligel bindestiyê îsbat bike. Jina kurd îro bûye sembola rêzdayîna hemû jinên cîhanê." 
 
'Jin bingeha jiyanê ye'
 
Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrîn Ednan Şêx Mihemed axivî û wiha bi lêv kir: "Em îro daketine qadan ji bo piştgiriya jinê. Ji ber ku mêr ewqas sal desthiladariya xwe li ser jinê daye ferzkirin. Em wek mêr rexnedayîna xwe li hemberî jinê didin û bi azadiya jinê bang dikin. Rêber Apo got ger jin azad nebe, civak jî ti carî azad nabe. Ji ber viya em azadiya jinê dixwazin. Êdî bese ji zihniyeta desthiladaran re em dixwazi ku wê zihniyeta desthiladar ji ser mêr rakin. Jin û mêr bi hev re jiyanek hevbeş jiyan bikin. Bê jin jiyan nabe ji ber ku jin jiyane, hebûne û bingeha jiyanê ye."
 
'Em ji bo azadiya jinê bang dikin'
 
Seroka Meclisa Wargeha Serdem Hesen Osman jî da zanîn ku dê piştgiriya têkoşîna  jinan bikin û wiha axivî: "Em li dijî tundiya li hemberî jinan daketina qadan. Em piştgiriya jinê dikin û azadiya wê dixwazin. Ji ber ku jin û mêr di civakê de hevdu temam dikin. Bila tevahî dinya bibîne em mêr daketine qada û bi azadiya jinê bang dikin. Em li dijî tundî û kuştina jinê ne. Banga me ji hemû mêrên dinyayê re heye ku li dijî şideta li hemberî jinê derkevin. Ji ber ku jin jiyane, hebûne û civake."
 
Meş bi dirûşma "Jin jiyan azadî" dawî bû.