Dadger heqê tercûmekirina kurdî xwest

  • 15:02 30 Mijdar 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Serokê dadgehê ku ji Sîmanûr Pamuk a daxwaza heqê tercûmekirina kurdî xwestibû, got eger di encama dozê de sûcdar bêyî dîtin dê mesrefa tercûmeyê ji te wer girtin.
 
Yekemîn danişîna doza derbarê Sîmanûr Pamuk a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî ye bi hinceta ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiriye li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin. Sîmanûr û parêzera wê Çîgdem Kozan li eywana dadgehê amade bûn. 
 
Parêzer Çîgdem Kozan di danişînê de mafê axaftinê girt û diyar kir ku Sîmanûr dê parastina bi kurdî bike, ji ber vê yekê wan ji bo dosyayê tercuman xwestiye. Sîmanur a ku piştre mafê axaftinê girt, diyar kir ku ew pir kêm bi tirkî zane û ew dixwaze parastina xwe bi kurdî ku zimanê wê yê dayikê ye bike. 
  
Serokê dadgehê ku biryara xwe piştî navberê aşkera kir, diyar kir ku ger di encama dozê de Sîmanûrê sûcdar bê dîtin dê lêçûna tercûmekirinê ji wê bê girtin,  biryar da ku xalên kêm ên di dosyayê werin temamkirin û doz taloqî
15'ê Adara 2022'yan hat kirin.