Li Mêrdînê Dema binçavkirina 9 kesî hat dirêjkirin

  • 14:03 30 Mijdar 2021
  • Rojane
MÊRDÎN - Dema binçavkirina 9 kesên ku di nav wan de Dayikên Aştiyê JÎ hene yên di 27’ê Mijdarê de li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hat dirêjkirin û 6 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
 
Ji 45 kesên di 27'ê Mijdarê de li Mêrdînê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin 30 kes di 28'ê Mijdarê de hatin berdan. 
 
Li Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê lêpirsîna derbarê 15 kesan berdewam dike. Hat xwestin ku dema binçavkirina 9 kesan bi îfadeyên "şahidên veşartî" bê dirêjkirin. Dema binçavkirina Dayika Aştiyê Hevlet Oncu, Abdullatîf Zengîn, Adîle Zengîn, Burhan Abîç, Çetîn Elîk, Hamît Gungor, Fahrî Dogan, Mehmet Fatîh Ozturk û Hasîp Ozdemîr ên ku sewqî Edliyeya Mêrdînê hatin kirin, 4 rojên din hat dirêjkirin. 6 kesên ku dosyeyên wan ji hev cuda bûn û îfadeyên wan ên polîsan bi hincetên cuda hatin girtin sewqî dozgeriyê hatin kirin. Piştî îfadeyên wan 6 kes bi daxwaza şertê kontrola edlî sewqî Dadgeha Cezaya Sulhê hatin kirin. Dadger 6 kesên ku sewqî dadgehê hatibûn kirin bi şertê kontrola edlî serbest berdan.