Çalakiya malbatên li Deriyê Sêmalka di roja 57'an de didome

  • 11:48 30 Mijdar 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya li Deriyê Sêmalka ya ji bo wergirtina cenazayên gerîlayên li Xelîfan ku di kemîna PDK’ê de şehîd bûne di roja 57’an de bi biryardarî didome. Şêniyên bajarê Hesekê û dayikên şehîdan ên Dêrikê çalakî dewir girtin.
 
Çalakiya konvedanê ya li deriyê Sêmalkayê ya bi daxwaza cenazeyên gerîla Tolhildan Raman û Serdem Cûdî yên ku li herêma Xelîlfanê di kemîna hêzên PDK’ê de şehîd bûne, di roja 57’an de berdewam dike. Lê PDK bersiva daxwazên xwepêşandêran nade.
 
Rojane şande ji saziyên civaka sivîl, dayikên aştiyê, rewşenbîr, partiyên siyasî, rûspî, şêxên eşîran, rêxistinên mirovî, olî, hiqûqî û tevgerên jinan û ciwanan çalakiyê dewr digirin û daxwaza radestkirina cenazeyên şehîdan ji hêzên PDK’ê dikin. Tevî van bangan jî heta niha PDK’ê bersiv nedaye.