Daneşîna doza Rojnameger Reyhan Çapan hat dîtin
- 11:40 30 Mijdar 2021
- Rojane
STENBOL - Danişîna doza Midura Karên Nivîsan a Rojnameya Ozgur Gundemê Reyhan hat dîtin.
Li Stenbolê, 20'emîn danişîna doza ku bi îdaya "propagandaya rêxistinê", "çapkirin û weşandina daxuyaniyên rêxistinê" li Midura Karên Nivîsan a Rojnameya Ozgur Gundemê ku bi KHK'ê hatibû girtin Reyhan Çapan hatibû vekirin, li 2'emîn Dadeha Cezaya Giran a Stenbolê hat dîtin. Reyhan tevlî danişînê nebû lê parêzerê wê Ozcan Kiliç li danişînê amade bû.
Heyeta dadgehê doza ku hat dîtin taloqî 16'ê adara 2020'î kir.