Dayikên Aştiyê: Yekane daxwaza me rakirina tecrîdê ye

  • 09:05 30 Mijdar 2021
  • Rojane
COLEMÊRG - Dayikên Aştiyê yên Geverê bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan û gotin: “Daxwaza me ev e ku agahiyek ji Rêbertiyê bê girtin. Êdî bes e, ev zilma AKP’ê wê heta kengî bidome.”
 
Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her diçe giran dibe. 8 meh in agahî jê nayê girtin û tevî hemû hewldanên parêzeran bersiveke ne erênî ne neyînî tê dayîn. Ji ber girankirina tecrîdê di polîtîkaya hundir û derve de siyaseta şer roj bi roj giran dibe û di serî de li ser gelê kurd bandorê li ser hemû aliyên civakê  dike.
 
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Geverê bertek nîşanî tecrîdê dan. Endama Dayikên Aştiyê Saadet Dogma û Gulê Polat der barê mijarê de axivîn û diyar kirin ku divê demildest hevdîtin dest pê bikin û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azad bibe.
 
‘Bila tecrîda ser Rêbertiyê rabe’
 
Saadet Dogma da zanîn ku wek Dayikên Aştiyê bi salane têdikoşin û divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe û wiha got: “Bi mehane agahî ji Rêbertiyê nayê girtin. Ne malbat ne jî parêzer nikarin biçin hevdîtinê. Êdî bes e. Ev zilm wê heta ku derê bidome? Em hemû aştî û çareseriyê dixwazin. Bila hevdîtin pêk bên. Wek hemû girtiyan mafê wî jî heye. Bila tecrîd bê rakirin û agahî jê bê girtin.”
 
‘Daxwaza me hevdîtina bi malbat û parêzeran re ye’
 
Gulê Polat jî bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Tecrîd her diçe giran dibe. Divê demildest hevdîtinên bi malbat û parêzeran re bê destpêkirin. Ger maf, hiqûq û edalet hebûna wê hevdîtinên bi Rêbertiyê re bihata kirin. Lê mixabin bi salane di bin tecrîdê de ye. Ne malbatê dibîne ne diaxive. Em wek Dayikên Aştiyê dixwazin demildest ji Rêbertiyê agahî bê girtin. Yakene daxwaza me hemûyan ev e ku tecrîd bi dawî bibe. Bila demildest hevdîtin bên kirin.”