ROJEVA 30'Ê MIJDARA 2021'Ê

  • 09:00 30 Mijdar 2021
  • Rojev
* Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî Dayikên Aştiyê yên Amed û Êlihê bertekên xwe anîn ziman û gotin: "Bêdengiya li hemberî bikaranîna çekên kimyewî tê wateya domandina zilmê ye. Gelo çima ev qas li hemberî kurdan bêdeng in?" BI DÎMEN 
 
*Sîyasetmedarên jin destnîşan kirin ku girtina HDP’ê di heman demê de qûtkirina hemû dengên muxalîf e û diyar kirin ku hebûna HDP’ê hêviyê dide hemû gelan û bingeha jiyanek hevpar û wekhev ava dike. BI DÎMEN
 
* Semra Guzel a HDP’yî diyar kir ku desthilatdarî HDP’ê wek xetere dibîne û tevî hemû polîtîkayên zextê û operasyonan gel li ba HDP’ê ye. BI DÎMEN
 
*Dayikên Aştiyê yên Geverê bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan û gotin: “Daxwaza me ev e ku agahiyek ji Rêbertiyê bê girtin. Êdî bes e, ev zilma AKP’ê wê heta kengî bidome.” BI DÎMEN
 
*Jinan diyar kirin ku heta ku binpêkirina modernîteya kapîtalîst bidawî nebe, wek krîza aborî wê hîna gelek krîzên din bên jiyîn û yên herî zêde ji vê bandor dibin jinin. Jinan banga îstîfaya hikûmetê û banga greva giştî li gel kirin. BI DÎMEN