Parlamentera Başûrî: Xwendevanên zanîngehê hatin îşkencekirin

  • 14:57 29 Mijdar 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera Herêma Federal a Kurdistanê Bedriye Îsmaîl behsa êrişên li ser xwendevanên zanîngehê kir. Bedriye diyar kir ku li dijî xwendevanan hêzên cûr be cûr hatine bikaranîn, di nava zanîngehên Silêmanî û Hewlêrê de xwendevan bi êrişê re rûbirû mane. 
 
Li seranserê Herêma Federal a Kurdistanê bi hezaran xwendevan bi rojane dijî nedana xerca mehane û nebûna xizmetguzariyê liser piyabûn. Heya duh jî xwendevanan bi çalakiyên cûr be cûr daxwaza mafê xwe dikirin.
 
Parlamentera Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê ya li ser Fraksiyona Komeleya Dadgerî Bedriye Îsmaîl, bi daxuyaniyek çapemeniyê behsa xwepêşandanên xwendevanan kir. Bedriye da zanîn ku çi çalakiya xwendevan, yan jî çalakiyek din be, pêwîstî bi destûrê nînin, ji ber ku ew mafê wane.
 
Bedriye dibêje, diviyabû polîsan parastina xwepêşanderan kiriba, lê dijî xwepêşanderan hêzên cûr be cûr hatin bikaranîn. Ji bo vê em bang li Wezîrê Karê Hindir dikin bê parlamentoyê û bersiva pirsyarên derbarê êrişên ser xwendevanan de bide.
 
Parlamentera Herêmê Bedriye di dewama axaftina xwe de wiha bi lêv kir: “Hêzên ewlekariyê bi borî û jopên ceyranê li xwendevanan dane û gaz bikaranîne. Ev ji bilî êşkenceyê ye, di nava zanîngehên Silêmanî û Hewlêrê de jî li xwendevanan dane. Gelek xwendevan piştî hatin binçavirin, di bin binçavkirinê de heya 8 saetan rê nedan biçin ser dest avê jî.”
 
Hêjayî gotinê ye piştî xwepêşandanên xwendevanan dawî bû, gelek xwendevan hatine binçavkirin û hîn jî nehatine berdan.