Malbata Şenyaşar: 9 meh in muxatabek nîne

  • 13:46 29 Mijdar 2021
  • Rojane
RIHA - Çalakiya "Nobeta Edelatê" ya Malbata Şenyaşar 266 roj in didome. Malbatê îro li ser medyaya dijîtal ev peyam da: "9 meh in em nikarin muxatabê xwe bibînin. Di warê hiqûqî de bi qasî serê derziyê tu pêşketin nîne."
 
Çalakiya "Nobeda Edaletê" ya Malbata Şenyaşar ku ji 9’ê adarê ve li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin, 266 roj li pey xwe hişt. Malbat vê sibehê jî ji navçeya Pirsûsê hatin ber Edliyeyê û li “Kuncikê edaletê yê Malbata Şenyaşar” nobeda xwe dewam kirin. 
  
Ferît Şenyaşar destnîşan kir ku têkoşîna wan a edaletê di bin "zilmê" de dewam dike û wiha got: “Nobeda me ya Edaletê dikeve meha xwe ya 9’an. Dema me dest bi Nobeda Edaletê kir bihar bû, niha em ber bi zivistanê ve diçin. Du daxwazên me hene. Diviyabû ev bihatana bicihanîn. 9 meh in em nikarin muxatabê xwe bibînin. Di warê hiqûqî de bi qasî serê derziyê tu pêşketin nîne. Komkujî li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê pêk hat. Ev komkujî li ber çavê her kesî ye, lê hêzên tarî yên di nava îqtidarê de hemû saziyên Rihayê girtin. Qanûnên dewletê nayên bicihanîn. Ev hêz li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin. Her kes ji xwe dipirse gelo Riha bajarek Tirkiyê ye? Parlamenterê AKP’yî tê parastin. Ji ber vê yekê li Rihayê qanûn nayên xebitandin.”
 
Ferît, bi bîr xist ku di mehên havînê yên Nobeda Edaletê de bi rojan di bin germa tavê de nobeda xwe li dar xistin û got: “Niha jî bûye zivistan û sar e. Em li gel sir û seqemê nobeda xwe didomînin. Hewa her roj sartir dibe. Em bi biryar in, heta ku edalet pêk were em ê nobeda xwe bidomînin. Pirsgirêkên tenduristiya dayika min li ber çavan e, lê kes vê nabîne.” 
 
Malbatê li ser hesabên xwe yê medya dîjîtal jî wiha got: “Li Rihayê di nava AKP’ê de hêzên xwînrij û tarî hene. Ev rêxistina tarî ku di bin kontrola wekîlekî de ye, li Rihayê dewletê bêbandor kiriye û qanûnên xwe bi cih tîne. Her kes bi baldarî temaşe dike. Nobeda me ya edaletê di roja 266’emîn de berdewam dike.”