Li dijî berdana cerdevanan dest bi nobetê kirin

  • 13:43 29 Mijdar 2021
  • Rojane
AMED - Cerdevanên ku Hamdiye Şik û kurê wê Kadîr Karaaslan qetilkiribûn serbest hatibûn berdan. Malbata Hamdiyê li dijî vê yeke li ber Edliya Amedê dest bi nobetê kirin. 
 
Di 18'ê tîrmeha 2020'an de li gundê Kagitli yê navçeya Bismil a Amedê, sercerdevan Mahmût Karaaslan bi 5 kurê xwe re êrişî hevjîna xwe ya bi mehra olî Hamdiye Şik (61) û kurê wê Kadîr Karaaslan (26) kiribû û ew kuştibûn. Ji ber vê bûyerê doz li Mahmût Karaaslan û zarokên wî hatibû vekirin û hatibûn girtin. Piştre sercerdevan Mahmût Karaaslan û kurê xwe Sîdar Karaaslan hatin berdan. Zarokên Hamdiye Şik, bûk û neviyên birîndar li ber Edliyeya Amedê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
 
 Malbata ku di hefteyên borî de 2 roj bûn li ber edliyeyê nobedê girtibûn û piştre navberek kurt dabûn, ji îro pê ve dîsa dest bi nobedê kirin. Xwişkên Hemdiye gotin: “Dema li vî welatî jinek tê qetilkirin, zilam li derve destê xwe dihejînin. Em bang li dadger û dozgeran dikin. Em ne ji bo kêfa xwe li vir in. Em edaletê dixwazin. Dengê me bibihîzin û bila edalet pêk were.”
 
Malbatê da zanîn ku ew ê her roj saet di 11:00 de dest bi nobetê bikin û heta 13:00'an biqedînin.