Ji Rojnameya Xwebûnê bernameyek din a nû
- 12:55 29 Mijdar 2021
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Xwebûnê ku bi dîtbarî û nivîskî weşanê dike, bernameyek din li bernameyên xwe zêde kir.
Rojnameya Xwebûnê ku bi dîtbarî, nivîskî û Potcastê weşanê dike, bernameyek din li bernameyên xwe zêde kir. Xwebûn ji niha û şûnde dê her hefte roja yekşemê bi bernameya ‘Panoramaya Heftane’ geşedanên di nava hefteyê de derkevin pêş, bi xwîner û temaşekerên xwe re parve bike. Rojnameger Elîf Can Alkan dê her hefte bi mijarên cuda, bernameyê pêşkêş bike.
Rojnameya Xwebûnê nêzî 2 sal in bi awayekî heftane tê çapkirin. Ji demsala biharê ve dest bi weşanên vîdeoyan kiriye. Xwebûn nêzî heft meh in her hefte bernameyên çand, ziman, dîrok, jin, piyase û şopên peyvan ên bi vîdeoyan amade dike diweşîne û xwînerên xwe têkildarî mijarên navborî agahdar dike. Niha bernameya Panoramaya Heftane li bernameyan zêde kir.