Krîza penaberan a li Polonyayê: Li şûna koçberiyê divê têkoşîn bê dayîn

  • 09:12 29 Mijdar 2021
  • Rojane
AMED - Ji Komeleya Lêkolîn û Şopandina Koçberiya Mezopotamyayê Gulan Onkol der barê krîza penaberan ya li sînorê Polonya- Belarus tê jiyîn de axivî û da zanîn ku krîzên penaberan ji ber pirsgirêkên aborî û polîtîkayên zextê yên welatan tên jiyîn. Gel li şûna ku axa xwe terk bike, ji bo guherîna polîtîkayan divê têbikoşin.”
 
Penaberên ji Herêma Federal a Kurdistanê ji bo biçin Ewropayê niha li sînorê Polonya-Belarus tên sekinandin, bi rojane li sînor tevî şert û mercên giran yên hewaya sar têkoşîna jiyanê didin. Li sînor yek jê pitik bi giştî 14 kes ji birçîna û sermayê jiyana xwe ji dest dan.  Dewleta Polonya li cihê ku penaber lê kom kirine, OHAL îlan kiriye û nahêle alîkarî bigihêjin herêmê.  Her wiha serlêdana îltîcayê jî red dikin.  Di rojên borî de berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmet Sehaf  daxuyanî da û  diyar kir ku bi sê seferên balafirê hezar û 894 penaber anîne Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê û got wê rojên pêş de gelek penaberên din jî vegerin.
 
Gulan Onkol ya di Rêveberiya Komeleya Lêkolîn û Şopandina Koçberên Mezopotamya ya di bin Lêkolînên Koçberiyê de ye, cih digire der barê kîza penaberan a li sînor de axivî û da zanîn ku Ewropa li dijî bûyerên li sînor tên jiyîn bêdenge û bertek nîşanê bêdengiyê da.
 
‘Sedema koçberiyê aborî û polîtîk e’
 
Gulanê diyar kir ku sedema herî mezin a zêdebûna krîza penaber û koçberiyê aborî û bûyerên polîtîkin û wiha got: “Di rewşa pêşî li koçberiyê neyê girtin de wê krîz mezin bibin. Li Tirkiye û herêmê dema koçberî tê gotin tişta ewil tê hişê mirovan, mirovên ji warên xwe dibin û dikevin lêgerîna cihekî nû.  Sedema herî mezin a vê jî aborî, psîkolojîk, sosyolojîk û polîtîk e. Bi taybet  mirov ji Tirkiyeyê ji ber sedemên polîtîk koç dikin. Piranî kesan gund, bajarên xwe ter kirin û çûn Ewropa. Ev koçberiya di bin zorê de.”
 
‘Gel dixwaze welat terk bike’
 
Gulanê destnîşan kir ku koçberiya ji aliyê dewletê ve tê ferzkirin ji komkujiyê cudatir nîne û ev nirxandin kir: “Ji ber polîtîkayên Tirkiye û hikûmeta Iraqê mirov neçarî koçberiyê tên kirin û ev girêdayî polîtîkayên binpêkirinê ne. Bi taybet li Tirkiyeyê di demên dawî de welat nayê birêvebirin, polîtîkayên serkeftî tune ne. Lİ her welatan jî ev pirsgirêk hene û mirov jî mixabin dixwazin welat terk bikin. Dema mirov welat terk dikin vê carê krîza penaberiyê tê jiyîn.”
 
‘Terkî mirinê dikin’
 
Gulanê axaftina xwe wiha domand: “Ji ber pirsgirêka ku Tirkiye û Iraq nikarin welatên xwe bi rêve bibin kaosek derket holê. Bi vê kaosê re mirov mexdur dibin û neçar dimÎnin bin zextan de bijîn. Mirov jî êdî li şûna ku li dijî van zextan têbikoşin, serî li terkirina welat didin. Mînaka herî mezin niha li sînorê Polonya-Belarus tê jiyîn. Penaberên li sînor ji birçîna û sermayê terkî mirinê bûne.”
 
‘Divê dest ji vê ferasetê berdin’
 
Gulanê her wiha bertek nîşanê bêdengiya YE’ê ya li dijî krîza penaberan da: “Divê ev krîz demildest çareser bibe. Bêdengiya navneteweyî hêrsê jî mezin dike. Kurd çima ji xwe re sînorekî nabinin? Çima welatekî nabînin?Jinên Kurd çima welatên xwe berdidin û li cihekî din jiyanê dixwazin?Ev pirs bi rastî jî gelek pirsnîşanan ava dike. Li Sûriyeyê her tim pevçÛn hene. Ev pevçûn ji ber berjewendiyên navneteweyî pêk tên. Lê divê dewlet vê fêm bikin. Bi feraseta binpêker hun dikarin bigihêjin cihekî. Dset ji vê ferasetê berdin.”
 
‘Divê dewlet hesab bide gelê xwe’
 
Gulanê diyar kir ku koçberiya ji herêma federal a Kurdistanê ji ber pirsgirêkên li welat pêk hatine û ev tişt bi lêv kir: “Ger ku rêveberiyeke nikaribe welatê xwe bi rêve bibe divê peywira xwe berde. Ji bo dsethilatdariyên xwe mirovan wêran dikin, terkî xizanî û birçîbûnê dikin. Ev nikare bê qebûlkirin. PDK nikare welatê xwe bi rêve bibe divê peywira xwe berde.”
 
‘Divê gel welatê xwe terk neke’
 
Gulanê ji bo bidawîbûna krîza penaberan ya li sînor tê jiyîn bang kir: “Gelê li Herêma Federal a Kurdistanê dijî, tevî her tiştî divê welatê xwe terk neke.  Divê welatên Ewropa li dijî krîzê bêdeng nemînin. Li dijî krîza li sînor tê jiyîn, divê gel demildest bibe yek û têbikoşin.”