Kedkarên tenduristiyê û welatiyên Şirnexê: Xizmeta tendûristiyê hildiweşe

  • 09:07 29 Mijdar 2021
  • Rojane
Rojda Aydin 
 
ŞIRNEX - Welatiyên Şirnexî, ji ber kêmbûna hejmara bijişkên li Nexweşxaneyên Dewletê yên Şirnex, Cizîr, Hezex, Slopî û Qilebanê bi pirsgirêkên dijwar re rûbirû dimînin. Ji ber qeyrana aborî jî nikarin biçin derveyî bajar an jî diçin nexweşxaneyên taybet. Welatî û bi taybetî jî kedkarên tenduristiyê dixwazin şert û merc demildest bên guhertin.
 
Li Nexweşxaneyên Dewletê yên Şirnex, Cizîr, Hezex, Silopî û Qilebanê hejmara bijîşkan kêm in û ev tişt bandorê li welatiyan dike. Welatiyên ku neçarin li ser pergala rendevuyê (MHRS) dor bigirin, bi pirsgirêkan re rûbirû dimînin. Her wiha gelek welatî ji ber vê rewşê berê xwe didin bajarên derdorê an jî nexweşxaneyên taybet. Bi taybetî jî jinên ducanî ji vê rewşê bi gazinc in, ji ber ku dem demî divê biçin kontrolê. Ligel vê jî bandora qeyranê jî derfet nade ku biçin neweşxane an jî klînîkên taybet. Şirnexê 13 klînîkên welidînê hene û lê jinên ducanî nikarin biçin. 
 
‘Derfetên min nîne ez biçim bajarên din' 
 
H.A. li Silopiyê dijî, diyar kir ku ducaniye û nikare randevûyê bigire û got: “Ev meheke ji bo ku bikaribim biçim nexweşxaneyê ji beşa welidînê û nexweşiya jinan de hewl didim randevûyê bigirim. Ev qas îmkan hene jî lê ji bo çareseriya pirsgirêkê tiştek nayê kirin. Ji ber vê rewşa jinên ducanî yên navçeyê dikeve xetereyê û divê demildest ji vê rewşê re çareyek bê dîtin. Ez nikarim randevûyê bigirim li Şirnexê jî heman tişt heye. Hem li navçeyê û hem jî li bajêr hejmara bijîşkan kêm e. Derfetê min tuneye ku ez biçim bajarên din. Di pêvajoyeke qeyrana aboriyê heyî gelo ez ê biçim klînîkên taybet. Jinên ku diwelidin jî dişînin bajarên derdorê.”
 
‘Ez ê çawa biçim nexweşxaneyên taybet' 
 
R.T. ya ku li Cizîrê dijî jî destnîşan kir ku xizmeta tendûristiyê hilweşiyaye û wiha bi lêv kir: “Ez dikevim pergala MHRS’ê lê belê nikarim randevûyê bigirim. Ev du meh in ez hewl didim ku randevûyê bigirim. Li bijîjkên malbatî jî ji ber mûayene û tedawiya baş nayê kirin nikarim biçim. Di demekê wisa de ku qeyrana aboriyê heye ez ê çawa bikaribim biçim nexweşxaneyên taybet. Li Şirnexê giştî jin vê pirsgirêkê dijîn. Li vir ji ber ku randevû tuneye em neçar dibînin biçin bajêrên derdorê. An jî ji neçarî berê xwe didin nexweşxaneyên taybet. Em dixwazin ku demildest ji vê rewşê re çareseriyek bê dîtin.”
 
‘Ji ber şertên xirab bijîşk îstîfa dikin' 
 
Sekretera Jin a Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) a Şirnexê Hatûn Magî jî têkildarî mijarê de wiha nêrînê xwe anî ziman: "Li Şirnexê xizmeta tendûristiyê hindikma ku hilweşe. Li Şirnex û navçeyên wê ji ber kêmasiya bijîşkan heyî, welatî nikarin biçin nexweşxaneyan û randevûyan bigirin. Ji neçariyê berê xwe didin bajarên derdorê. Nifûsa Şirnex ku gihaştiye 537 hezar û 762 ye, niha li herêmê bi tenê bijîşkeke welidînê û nexweşiyên jinan heye. Dewlet bijîşkan tayîn dike. Lê belê ji ber şert û mercên xirap îstîfa dikin û diçin. Ji ber şert û mercên zehmet naxwazin li vir bibînin. Ne bi tenê qada welidandin û nexweşiyên jinan, her wiha di hemû beşan de pirsgirêkên kêmasiyên bijîşkan tên jiyîn. Divê dewlet şert û mercên xebatkarên tendûristiyê baş bike. An berovajê wê rewş her ku diçe ber bi xirabûnê ve diçe. Tendûristvan ku nikarin di bin şert û mercên xirap de bijîn, gel jî pirsgirêkên bijîşkan dijîn. Li Şirnexê xizmeta tendûristiyê hildiweşe. Divê em ji vê re bêjin êdî bes e.”