Çalakiya Sêmalka 55 roj in didome: Em cenazeyên xwe dixwazin

  • 16:09 28 Mijdar 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xwepêşandana li deriyê Sêmalka ya ji bo wergirtina cenazeyên, di roja 55'an de didome. Endamên Yekîtiya Kedkaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro berê xwe da li deriyê Sêmalka û gotin: "Nebin hevkarê planên tirk." 
 
Endamên Yekîtiya Kedkaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro berê xwe da konê xwepêşandanê ku ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ya herêma Cizîrê ve li deriyê Sêmalka yê di navbera Rojava û Herêma Federal a Kurdistanê de tê organîzekirin.
 
Çalageran banga radestkirina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê(PDK) de şehîd bûbûn, kirin û îxaneta PDK'ê şermezar kirin. Xwepêşandêr li deriyê Pêşxabûr daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Yekîtiya Kedkaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sûriyê Şêro Şero ve hate xwendin.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo beşdarbûna konê xwepêşandanê û daxwaza radestkirina cenazeyê şehîdan, her roj diçin deriyê Sêmalka. Lê tevî bangawaziyên hêzên nîştimanî jî, lê belê PDK'ê bersivê nade daxwazên xwepêşandêr û dayikên şehîdan. 
 
Divê Partiya Demokrat a Kurdistanê dev ji van komployan û hevkariya bi faşîzma Tirk re berde. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî cesaret, hêz û rêbazên demokratîk in û em daxwaz dikin ku aliyên kurdî li dijî faşîzma Tirk bibin yek.
 
Her wiha em bang li hikûmet û rayedarên Başûrê Kurdistanê dikin ku dev ji siyaseta xwe berdin, destê xwe bidin birayên xwe û di planên faşîzma Tirk de nebin hevkar."