Seroka Parlamentoya Kurdistanê: Sal bi sal tundiya ser jinan zêde dibe

  • 14:56 28 Mijdar 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê Rêwaz Fayeq ragihand ku pêwîstiya yasaya hejmara 8 ya jinan, bi sererastkirinê heye. Rêwaz Fayeq da zanîn ku sal bi sal tundiya ser jinan zêde dibe.
 
Seroka Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê Rêwaz Fayeq îro tevlî konferansa "Wekheviya zayendî û stratejiya hêza jinan" a li bajarê Hewlêrê bû. Rêwaz Fayeq di konferansê de axivî û behsa tundiya ser jinan kir.
 
Rêwaz di peyama xwe de destpêkê behsa şêwazên tundiya ser jinan dike û wiha axivî: “Sal bi sal tundiya dijî jinan zêde dibe, di nava 5 salên dawî de rêjeya tundiyê cihê nerazîbûnê ye. Ev yek li ser asta tak, malbat û civakê bi awayek berçav tê dîtin. Di salên dawî de şêwaza tundiya ser jinan hatiye guhertin. Bi pêşketina teknolojiyê re, ev şêwaz hatiye guhertin û bi navek din jî bûye cihê pêkanîna tundiyeyê Li gorî saziyên fermî, zêdetirî sedî 50’î şêwaza tundiyê bi amêrên peywendiyan pêktên.”
 
Seroka parlamentoyê di dewama axaftina xwe de diyar kir ku sedemek din a tundiyê jî ne sererastkirina yasaya hejmara 8 ya sala 2011’an e.