Ji bo jinûve avakirina Nexweşxaneya Şengalê kampanyaya alîkariyê

  • 13:47 28 Mijdar 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Sazî û rêxistinên êzidiyan ên li Ewropayê, ji bo jinûve avakirina Nexweşxaneya Sikêniyê ya Şengalê dest bi kampanyaya alîkariyê kirin.
 
Sazî û rêxistinên civaka êzidî yên li Ewropayê bi kampanyayekê xwedî li Nexweşxaneya Sikêniyê ya Şengalê derdikevin ku di 17'ê tebaxa 2021'ê de ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû bombekirin û di encamê de 8 kes jiyana xwe ji dest dabûn, 4 jî birîndar bûbûn. Bi wesileya kampanyayê daxuyaniyek hat dayîn. 
 
Daxuyaniya li ser kampanyayê wiha ye:
 
"Sazî û rêxistinên êzidiyan bang li civaka êzidî û dostên xwe dikin ku di vê meha pîroz a xêr û xêratan de ji bo alîkariya jinûve avakirina Nexweşxaneya Gundê Sikêniyê ya li Şengalê bibin.
 
Wek tê zanîn ku nexweşxaneya Sikêniyê di roja 17'ê tebaxê 2021'ê ji destê dewleta Tirk bi êrişa droneyên bêmirov bûn armanca komkujiyekê. Di vê êrişa ezmanî de nexweşxane hat xirakirin û 8 mirovên sivîl bûn cangorî û 4 kes birîndar bûn.
 
Nexweşxaneya gundê Sikêniyê ji bo tendirustî û dermankirina gelê sivîl ê bajarê Şengalê pêk dihat. Niha bi taybetî di dema nexweşiya û pandemiya Corona de pêwistiya nexweşxaneyê heye. Ji ber vê şêniyên Şengalê dixwaze bi xwe nexweşxaneya xwe ji nû ve ava bike û hewcedarê miletê xwe li derveyî welat e.
 
Sazî û pêkhateyên Koordînasyona Civaka Êzidî bang li xwedîderketina nexweşxaneya Sikêniyê û tevlîbûna van xêr û xêrata di van roj û cejnên pîroz dikin.
 
Kampanya alîkariyê bi pêşengiya van saziyan pêk tê: SMJÊ -Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî, NAV-YEK - Navenda Yekitiya Komelên Êzidiyan, HCÊ - Hevgirtina Ciwanên Êzidi, MŞD - Meclisa Şengal a derveyî Welat, HÊS - Hevbendiya Êzdiyên Suriyê NÇÊ - Navenda Çanda Êzdîxan, SMGÊ - Sîwana Meclîsên Gundên Êzidiyan pêk û PADÊ – Partiya Azadiya Demokratîk a Êzidîxanê tê kirin."