Xwendevan carek din daketin qadan

  • 12:03 28 Mijdar 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Herêma Fedaral a Kurdistanê xwepêşandana xwendevanên zanîngeh û peymangehan didome. Îro li navçeya Koye ya ser bi Hewlêrê xwendevanan daketin qadan daxwaza xerca mehane kirin.
 
Bi rojane bi hezaran xwendevan li seranserê Herêma Federal a Kurdistanê daxwaza xerciya mehane û xizmetguzariyek baş dikin. Lê tevî hemû çalakî û xwepêşandanan, hikûmet bêdeng e.
 
Xwendevan îro carek din rabûn ser xwe û daxwaza mafê xwe kirin. Xwendevanên zanîngehê û peymangeha navçeya Koye ya ser bi Hewlêrê, li ber derê avahiya zanîngehê çalakiyek li dar xistin. Xwendevanan bê navber dirûşmeya "Erê hikûmeta 30 salî, xerca mehane mafê meye" qêriyan. Xwendevanan xwestin hikûmet guh bide daxwazên wan.