Li Sêrtê panela 'Dema azadiya jinê' hat lidarxistin

  • 17:08 26 Mijdar 2021
  • Rojane
 
SÊRT - Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş di panela li Sêrtê de axivî. Meralê gotina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a "Ger jin tune be dê azadî jî tune be' bi bîr xist û da zanîn ku têkoşîna jina kurd li cîhanê bûye mînak. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya "Li dijî şer û tundiyê dema azadiyê ye" li avahiya HDP'ê ya Sêrtê panel li dar xist. Hevseroka ÎHD'ê ya Giştî Eren Keskîn, Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beşdaş  û gelek kes beşdarî panelê bûn. Li eywana panelê pankartên bi nivîsên "Jin çiqas şer bike ewqas azad dibe. Çiqasî azad bibe ewqas xweşik dibe, çiqas xweşik dibe ewqas tê hezkirin","Li dijî şer û tundiyê dema azadiyê ye" hatin dardekirin. 
 
Sînevizyona mijara polîtîkayên bêcezatiyê ya dewletê hat pêşandan. Piştre Eren Keskin axivî. 
 
'793 serlêdan'
 
Erenê da zanîn ji salên 90'î heta niha lêgerîna tazî heye û wiha got:"Kesên tên binçavkirin di bin çavan de destdirêjî li dijî wan tê kirin. Me di 1997'an de Komeleya li dijî Tundiyê ava kir. Di wê demê de dema diçûn Kurdistanê jinan behsa tecawiza polîs û leşkeran dikirin. Nikaribûn ji kesekî re bêjin. Serlêdana herî zêde li cihê peywirê yê Mûsa Çîtil dihat kirin. Ji nav dosyayên dihatin tenê yekê ceza girt. Li Êlihê sê cerdevanan tecawizî jinekê kiribûn. Piştî zarok hat dinê eşkere bû ku tecawizî wê jinê hatiye kirin. Loma têkoşîna jinê gelekî girîng e. Divê bertek mezin be."
 
'Di rojê de 5 jin tên qetilkirin'
 
Piştî Erenê Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku di rojê de 5 jin tên qetilkirin û wiha got:"Dewletê li dijî jinan konsepteke êrişê ya topyekun dest pê kiriye. Dema vêya dike jî ew û mêr li hevdu dikin. Çimkî mêr baweriya xwe bi polîtîkayên bêcezahiştinê tînin. Îktidara AKP-MHP'ê ya dijminatiya kurdan dike dijminatiya jinê jî dike. Bi fuhuş û hişbirê jî berê xwe didin jinan. Polîsên ku destûrê nadin jin çalakiyên xwe bikin destûrê didin ku bi rehetî hişbir li kuçeyan bê firotin. Divê jin li dijî vê yekê têkoşîna xwe mezin bikin û azad bibin."
 
Piştî panela bi pirs û bersivan bi dawî bû nepox bi çepik û tilîliyan hatin firandin.