'Nobeta Edaletê' di roja 263'yemîn de ye: Bila zagon pêk bên

  • 13:18 26 Mijdar 2021
  • Rojane
 
RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ên ku 'Nobeta Edaletê' ya li ber Edliyeya Rihayê didomînin da zanîn ku divê li Rihayê zagon pêk bên. 
 
Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn kuştin û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji heman êrişê birîndar xelas bûbû, di 9'ê adarê de li ber Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê dabûn destpêkirin. 'Nobeta Edaletê' ya Emîne û Ferît Şenyaşar di roja 263'yemîn de berdewam dike. Ferît Şenyaşar serê sibehê ji navçeya Pirsûsê hat û li "Qoziya Edaletê ya Malbata Şenyaşar" a li ber Edliyeya Rihayê dest bi nobeta xwe kir. 
 
'Derbarê komkujiyê de hîn kes nehatiye binçavkirin'
 
Ji ber ku çû hevdîtina kurê xwe yê girtî Fadil Şenyaşar Emîne Şenyaşar îro tevlî nobetê nebû. Ferît Şenyaşar ku nobetê didomîne, bi bîr xist ku nobeta wan ketiye meha 9'an û diyar kir ku li Rihayê hiqûqa serdestan pêk tê. Ferît, daxuyaniya Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul a di hevdîtinên budçeyê de ku gotibû, 'Lêkolîn berdewam dike" jî bi bîr xist û ev tişt got: "Belê em dixwazin pêşveçûn çêbibin. Dozgerê li Edliyeya Rihayê jî di nav de dozgerê dosyayê sûc dike. Dibe hevparê sûc. Li holê komkujiyek heye. Beriya niha dozgerê 8'emîn ê dosyayê Fatîh Çakir ku em pê re axivîbûn ev tişt gotibû, 'Min dîmenên li nexweşxaneyê temaşe kir. Min 23 kesên ku komkujî pêk anîne tespît kiriye'. 4 meh di ser vê re derbas dibe. Derbarê vê komkujiyê de hîn kes nehatiye binçavkirin. Îfade jî negirtine. Êdî demildest divê hin tişt bên kirin."
 
'Em daxwaz dikin ku demildest li Rihayê zagon pêk bên'
 
Di berdewamiyê de Ferît destnîşan kir ku gelê Rihayê dozê ji nêz ve dişopîne û ev tişt anîn ziman: "Kesên ku derbarê doza me de neaxivin û aliyê xwe diyar nekin wê li cem civakê winda bikin. Gelê Rihayê ji hemû hilbijartiyên ku hatin Rihayê re gotin, 'Zilma li pêş Edliyeya Rihayê bi dawî bikin û piştre bên em biaxivin'. Em daxwaz dikin ku demildest li Rihayê zagon pêk bên."